KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hate kuştin
Li bejahiya bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, di êrîşa hêzên supayê pasdaran de kolberekî jiyana xwe ji dest da, 2 kolber jî birîndar bûn. -
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir û got, "Armanca wan a herî mezin Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bû. Em ê vê armancê teqez pêk bînin." -
Ji pênûsa Mahsûm Korkmaz -2
Armanca çalakiya me ew bû ku avabûn û ragihandina rêxistina hêzên me yên çekdar HRK'ê ji navenda bajêr bi dengekî xurt ji gelê me û raya giştî ya cîhanê re ragihîne. -
'Bi fîşeka Egîd re bi hezaran Egîd hişyar bûn'
Gerîlayên YJA Starê gotin, wê fîşeka destpêkê ya Fermandar Egîd kir ku bi hezaran Egîd hişyar bin û berê xwe bidin çiyayên azad. -
65 girtiyên Behdînanê di bin gefeke cidî de ne
Tora Parastina Azadî û Mafên Mirovan bal kişande ser cidîbûna rewşa jiyanaî ya 65 girtiyên Behdînanê yên li girtîgeha Hewlêrê di gireva birçîbûnê de ne. -
HPG: 14 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin
HPG: Di çalakiyên hêzên me de ku li çiyayên Kurdistanê destana berxwedanê dinivîsînin, 14 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, çeperek û radarek hatin îmhakirin. -
Baxçeyê edliyeyê li malbata Şenyaşar hat qedexekirin!
Li Rihayê baxçeyê avahiya edliyeyê li malbata Şenyaşar re hat qedexekirin. -
Milîsên HBDH'ê li Amedê li wesayiteke zirxî xistin
Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê ragihandin ku li ser rêya Amed-Farqînê li dijî wesayiteke zirxî çalakiyeke çekdarî kirine. -
Rojnamevan Denîz Firat li Mexmûrê bi merasîmekê hate bîranîn
Rojnamevan Denîz Firat di salvegera 8'emîn a şehadeta xwe de li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hate bîranîn. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Amediyê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya 17'ê Tîrmehê ya li Girê Amediyê weşand ku di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin. -
Ji pênûsa Mahsûm Korkmaz -1
Ji bo gelên me, yekane rêya rizgariyê ew e ku li Eniya Berxwedanê ya Yekbûyî ya li dijî Faşîzmê, bi çalakiyên yekbûyî yên hêzên şoreşger, demokrat, pêşverû û welatparêz re hilweşandina faşîzmê ye. -
'Em bi felsefeya Rêber Apo li dijî dijmin têdikoşin'
Gerîlayê HPG'ê Hogir Amanos diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ew tevlî nava refên gerîla bûye û got, "Em bi felsefeya Rêber Apo têkoşîna herî mezin li dijî dijmin dimeşînin." -
Şengalî: Vegera li Şengalê wê bibe hesabpirsîna ji fermanê
Nûnerê PADÊ Merwan Şengalî anî ziman, ku Êzidiyên beriya niha ferman li wan rabûn ji ber ku li xaka xwe venegeriyan, mal, milk û zeviyên wan ji dest çûn û got, heman metirsî niha jî li ser Şengaliyên koçberbûyî heye. -
Li Mexmûrê Meşa Meşaleyî: Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî Dehaqê serdemê serhildanek e
TJCM û TCM’ê bi boneya 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, li Wargeha Mexmûrê meşek meşaleyî lidar xist. Bang li ciwanan kirin ku hê xurtir tevlê serdema nû bibin. -
‘Eger grev bidome, wê metirsî li ser jiyana wan çêbibe’
Desteya Mafê Mirovan serdana girtiyên Behdînan ên li Hewlêrê kir û da zanîn ku eger greva birçîbûnê bidome, wê metirsî li ser jiyan û tenduristiya wan çêbibe. -
Milîsên HBDH’ê ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê çalakiyek kir
Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH’ê ragihand ku wan Ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê rêya trafîkê ya Amed-Rihayê girtin û li dijî Tirek a kesekê piştgiriyê dide rejîma faşîst çalakiyek a sabotayê kir. -
Şêx Cengî: Helwesta desthilatê rê li ber raperîna bi çek vedike
Lahor Şêx Cengî bal kişande ser helwestên desthilatê yên li hember xwepêşanderan ên demê dawî û got: “Desthilat wiha nêzîkî gel bibe, wê rê li ber raperîneke çekdarî veke ku ne bi daxwaza kesê ye.” -
‘Hikûmeta Iraqê biryara boykotkirina malên Tirk bide em ê piştgiriya biryarê bikin’
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Silêmaniyeyê têkildarê boykota malên Tirk ên li Herêma Kurdistanê got ku ew wek ode, li benda hikûmeta Iraqê ne ku biryara boykotkirinê bide. -
Li Bane kolberek hat qetilkirin li Nodşe kolberek hat êşkencekirin
Hêzên Îranê sînorê li ser sînorê bajarê Bane kolberek qetilkirin û li sînorê Nodşe jî êşkence li kolberekê kirin. -
Operasyona Şoreşgerî ya Gerîla: 39 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayan di Operasyonên Şoreşgerî yên ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de 39 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin. Her wiha 2 radar, 2 çeper, 2 mobesse û cebilxane hatin rûxandin. -
Sancar: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25'ê Tebaxê de eşkere bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Amedê serdana partiyên Kurd kir û diyar kir ku wê Tifaqa Demokrasiyê di 25'ê Tebaxê de ji raya giştî re eşkere bikin. -
Li Merîwan û Sine 2 jîngehparêz hatin destgîrkirin
Hat zanîn ku çalakvanek jîngehparêziyê li Sine û yek jî li Merîwanê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine destgîrkirin. Têkildarê aqûbeta wan tu agahî nayê standin. -
Malbata Şenyaşar: Bila daxwazên me yên mirovî werin bicihanîn
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê didomîn, xwest ku êdî daxwazên wan ên mirovî û huqûqî werin bicihanîn. -
HPG'ê nasnameya 3 şehîdên Zapê eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca 'Rêberê Azad, Kurdistana Azad' a şehîdên xwe teqez pêk bînin." -
Fermandarekî gerîla ku bi dawetê derkete serê çiyê: Hebûn
Welat Şehmûs Kaya daweta xwe di 15'ê Tebaxê de çêkir û şeva dawetê tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku rojeke Tebaxê şehîd bû, bi navê Hebûn mîrateya berxwedanê ji gelê Kurd re hişt.