Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya çalakiyên şermezarkirinê de ku zêdeyî du meh û nîv e dewam dikin, greva giştî destpê kir.

Bi banga PJAK û partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo piştgiriya bi gelê Rojhilatê Kurdsitanê û çalakgerên ku dewleta Îranê êrîşî wan dike, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî destpê kir.

Li gelek bajaran dikandaran derabeyên dikanên xwe daxistin. Ji dîmenên ku li ser medya dîjîtal hatine parvekirin tê dîtin, ku tevlîbûneke xurt li greva giştî heye.

Bi taybetî jî li bajarên Sine, Kirmaşan, Ûrmiye, Bane, Merîwan, Mahabad, Seqiz, Dîwandere, Rewanser, Bûkan, Nexede, Ciwanro, Kamîran, Qurwe, Pîranşar, Serpêlî Zehwa, Şîno yên Rojhilatê Kurdistanê tevlîbûneke xurt li greva giştî heye.

Li gelek bajarên Îranê jî rewş bi heman rengî ye. Li bajarê Meşhedê dikandaran dikanên xwe girtin û piştgirî dan çalakgeran.

16'ê Îlonê piştî ku jin a ciwan a Kurd Jîna Emînî il Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hate kuştin, serhildaneke gel destpê kir û hîn jî dewam dike.

Hefteya derbasbûyî li Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 50 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji destpêka çalakiyan û vir ve li seranserê welêt herî kêm 416 kes hatin qetilkirin ku 51 ji wan zarok in.

Çavkaniyên cuda yên muxalîf jî dibêjin ku hejmara qurbaniyan gihîştiye 640 kesî. Li malperên înternetê lîsteya ji navê 516 qurbaniyan heye.