DEM Partî: Divê dawî li van operasyonan were

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî operasyonên binçavkirinê yên li hemberî ÎBB’ê da û got, divê dawî li van operasyonan were.

NERAZÎBÛNA LI DIJÎ OPERASYONÊN BINÇAVKIRINÊ

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê got, “Mudaxileya darazê ya ku 19’ê Adarê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) hatî destpêkirin, dewam dibe. Ev operasyon mixabin çarçoveya îdîayên tên kirin derbas kiriye û di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li dijî şaredariyên muxalefetê veguheriyeke dorpêçekê.”

DEM Partiyê diyar kir ku ev yek bi milyonan welatiyên ku ji xizmeta şaredariyê sûd werdigirin, mexdûr dike û li şaredariyên muxalefetê gel ceza dike.

DEM Partiyê ragihand ku binçavkirin û girtina bi vî rengî îhlalek giran a li dijî hiqûq û demokrasiyê ye û got, “Bi rengekî ne li gorî gavên hatine avêtin û ne li gorî hesasiyeta dema ku em tê re derbas dibin, qada siyaseta demokratîk teng dike.”

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê bang kir ku dawî li van operasyonan were û ev tişt got: “Hiqûq divê ji bo her kesê bêalî pêk were. Şaredarî yên gel in, hestiyê piştê yê demokrasiya xwecihî ne. Divê dorpêça darazê ya li ser şaredariyan, were rakirin.”