Di 11 mehên dawî de 21 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar

Ciwanên Kurd ên ku neçar dimînin di înşaetên ku ewlehiya kar lê tuneye bixebitin, dibin qurbaniya cînayetên kar. Di 5 rojên dawî de 4 karker, di 11 mehên dawîn de jî herî kêm 21 karkerên ji Wanê di înşaetan de jiyana xwe ji dest dan.

Bêkarî û xizantiya ku li bajarên Kurdistanê zêde dibe, ciwanan neçar dike ku li bajarên Tirkiyeyê bi bihayekî erzan bixebitin. Di sektora înşaetê de ku ewlehiya kar û tenduristiya karkeran girîng nayê dîtin, cînasyet jî bê ceza dimînin. Li Wanê di sala 2021’an de 23 û di 11 mehên dawîn ên sala 2022’an de jî herî kêm 21 karkerên înşaetê ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane. 

Li bajarên Kurdistanê yên ku hikûmeta AKP-MHP’’ê  ambargoya aborî lê dike, ji ber zêdebûna bêkarî û xizantiyê her sal bi sedan ciwanên Kurd ên ji bo kar diçin bajarên Tirkiye, dibin qurbaniya cînayetên kar. Ciwanên Kurd ku di vê sektorê de dixebitin hinek ji wan zarok, hinek ciwan û hinek jî zewicî ne. Ciwanên Kurd ku bi mehan ji malbatên xwe dûr dimînin, piştî çend mehan cenazeyên wan diçin mala wan. Li şîrketên nêzî desthilatdariya AKP-MHP’ê jî cînayetên kar bê ceza dimînin.

KARKERÊN JI WANÊ KU DI SALA 2022’AN DE BÛNE QURBANIYÊN CÎNAYETÊN KAR

Di 22’ê Mijdarê de Halît Temîzaltin ê ji Taxa Şehîttepe (Romalî) ya navçeya Qelqeliyê, li Tekîrdag Çerkezkoyê di înşaeta ku lê dixebitî bû qurbanê cînayeta kar.

Di 22’ê Mijdarê de karkerê bi navê Ferhat Guney ê ji Taxa Xan a navçeya Ebexê, li Semsûrê ku ji bo kar çûbû jiyana xwe ji dest da.

Di 18’ê Mijdarê de F.E ê 23 salî ku ji rêya hevrîşîm a Wanê ye û M.B ê ji navçeya Elbakê ji înşaeta ku li Îzmîrê dixebitîn ketin û jiyana xwe ji dest dan. 

Di 16’ê Îlonê de li ser rêya Wan-Colemêrg tunela ku dihat çêkirin hilweşiya, 2 karker jiyana xwe ji dest dan û karkerek jî birîndar bû. 

Di 21’ê Îlonê de karkerê înşaetê yê ji Wanê Muzaffer Temur (30), li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê ji înşaetê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Di 27’ê Tebaxê de Alî Koç (15) ê ji Wanê, li navçeya Sîlîvriyê ya Stenbolê di înşaetekê ku lê dixebitî ji qata 6’emîn ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Îsmaîl Karatay (18) ê ji navçeya Tûşba ya navenda Wanê li înşaetekê ku lê dixebitî ji qata 9’emîn ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Di 6’ê Hezîrana 2022’an de karkerê bi navê Salîh Durmaz (35) ê ji Elbakê ku bavê 2 zarokane, li navçeya Bodrum a Mûglayê di înşaeta ku lê dixebitî ji qata banê ket û jiyana xwe ji dest da.

Di 26’ê Gulanê de Omer Durar ê ji Taxa Kurucan a navçeya Serê ya Wanê, li Başûrê Kurdistanê di înşaeta ku lê dixebitî de ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.


Di 24’ê Gulana 2022’an de 2 karkerên ji Wanê ji înşaetê ketin û jiyana xwe ji dest dan. Serdar Hayta (28) ku li Bodrum Torbayê di înşaeta otêlê de dixebitî û Ufuk Karagul (22) ku di înşaeta Konyayê de dixebitî ketin xwarê û bûn qurbaniyên cinayetên kar. 

Di 18’ê Gulana 2022’an de Adem Esen ê ji Taxa Qelqeliyê, li Enqereyê ji înşaeta ku lê dixebitî ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Di 17’ê Gulana 2022’an de de Recep Çelîk (33) ê ji Wanê, li Orduyê di înşaeta ku lê dixebitî de ji qata 6’emîn ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Di 12’ê Nîsana 2022’an de Nahît Sargut ê ji navçeya Erdîş ya Wanê, li Konyayê di înşaeta ku lê dixebitî de ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Di 4’ê Nîsana 2022’an de ciwanê bi navê Omer Yildiz (23) ê ji gundê Cevîzalan ya navçeya Payîzava a Wanê, li Antalyayê di înşaeta ku lê dixebitî de ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Di 31’ê Çileya 2022’an de ciwanê bi navê Yusuf Çevik (19) ê ji navçeya Erdîş a Wanê, li Îzmîrê di înşaeta ku lê dixebitî de ji qata 4’emîn ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Di 24’ê Sibata 2022’an de karkerê bi navê Maşallah Oksuz ê bavê 4 zarokan ku ji Taxa Hacikaşê ya navçeya Erdîş a Wanê, li Stenbolê di înşaeta Metroya Başakşehîra Stenbolê de jiyana xwe ji dest da.

Di Sibata 2022’an de Ahmet Çolak (25) ê ji navçeya Bêgîrê, di bin hezazê de ma û jiyana xwe ji dest da.

Di Sibata 2022’an de Hekîm Gulalan ê ji navçeya Payîzava, li Edeneyê di înşaata ku lê dixebitî de parçeyekî şikestî ya vîncê ket ser wî û jiyana xwe ji dest da.