Sala 45'an a PKK'ê wê bibe sala azadiya Rêber Apo û gelê Kurd, gelên bindest'

Gerîlayên HPG'ê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û diyar kirin, ku sala 45'an wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û gelên bindest.

Gerîlayên HPG'ê Azad Herekol, Rêbaz Kamyaran û Serhildan Kurdo bi wesîleya salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivîn. Peyama gerîlayan a ji bo salvegera damezrandina PKK'ê wiha ne:

Azad Herekol: 27'ê Mijdarê destpêkê li Serokatî û gelê Kurd, li gelên bindest, li hevalên li çeperên şer pîroz dikim. 45'emîn salvegera damezrandina PKK'ê ji bo me wê bibe saleke azadiya Rêber Apo û gelê Kurd û gelên bindest. Bi vê hêvî û baweriyê 45'emîn salvegera PKK'ê wê bibe saleke aştî û aramiyê, azadiya Rêber Apo.

Rêbaz Kamyaran: 27'ê Mijdarê salvegera partiyê ji bo tevahiya gelê xwe, di serî de li Serokatî û tevahiya şehîdên Kurdistanê û li hemû hevalên di çeperan de li ber xwe didin, pîroz dikim. Em ê her tim li ser rêya wan hevalan têkoşînê dewam bikin û em ê armancên wan hevalên xwe yên şehîd pêk tînin.

Serhildan Kurdo: Salvegera damezrandina partiya me PKK di serî de li şexsê Rêber Apo, li şehîdên me yên qehreman, li malbatên me yên şehîdan, li gelê me yê welatparêz, tevahiya mirovahiyê, li hevalên me yên berxwedêr ên li çeperên şer li Zap, Avaşîn, Metîna û tevahiya qadên me yên berxwedêr û tevahiya hevalan pîroz dikim.