BI DÎMEN

15’emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê di roja xwe ya duyan de ye

15’emîn Festîvala Çanda Dersimê ya bi dirûşmeya “Ma ne Xorasan, ma ne Tunceli! Ma Dersim me! (Em ne ji Xorasanê ne û ne jî ji Tunceliyê ne, em ji Dersimê ne), di roja 2’yan de bi panela ‘’Di pirsgirêka jinan de qirkirina zayendî û baweriyê’’ destpê kir.

Moderatoriya panela bi sernavê ‘’Di pirsgirêka jinan de qirkirina zayendî û baweriyê’’ wê ji aliyê Songul Morsumbul ve were kirin û Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya, Aktîvîsta Jin a ADEF’ê Zeynep Hayir û Rojnamevan Nûray Atmaca wê weke axêver beşdarî panelê bûn. Wêneyên Seyît Riza û kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li eywana panelê hatin daliqandin. Songul Morsumbulê beriya destpêkirina panelê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anîn û got: “Li gel me di hevalên me yên derwêş hene. Ev hevalên me ji bo maf û heqê me li ser rêya heq tevlî karwanê şehîdan bûn. Bi wê wesîleyê em wan cardin bi bîr tînin.’’

Di panelê de axaftina ewil ji aliyê Zeynep Hayir ve hate kirin û Hayir  têkildarî mijarên weke mîtolojî, olên semawî û di Elewitiyê de rola jinan axivî. Zeynep Hayir diyar kir ku di mîtolojiyê de jin lehengeke bi hêz e ku zayîn, berhemdarî û jiyanê bi rê ve dibe; di olên semawîde jî li ser Hewayê jin bi guneh û bêîtaetîyê tên pênasekirin. Hayir destnîşan kir ku li hemberî vê yekê di Elewitiyê de jin di warêm jiyan, bawerî û rêveberiyê de bi mêran re wekhev in.  

Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya jî diyar kir ku qirkirina jinan bes ne awayekî tundiya fizîkî ye di heman demê de perçeyeke jiyanê ye û ji aliyê malbat û kesên nêz ve tê kirin û got: ‘’Li ser bav, bira, hevjîn û hevalan veguheriye rewşeke berdewam. Ji ber vê yekê tundiya ku jin rû bi rû lê dimînin weke perçeyê pergaleke civakî û çandî tim berdewam dike.’’

Elîf Kaya destnîşan kir ku her çend li gorî Elewitiyê bi awayekî teorîk behsa wekhevbûna jin û mêran were kirin jî di pratîkê de ev wekhevbûn pêk nayê û ev yek bi mînakên têkildarî têkiliyên jin û mêran û parvekirina mal û milkî da eşkerekirin û got: ‘’Jin, di hemû qadên jiyana rojane de bi zextên bawerî, civakî û çandî re rû birû dimînin. Lê belê ev zext gelek caran nayên bilêvkirin. Ev bêdengî li pêşiya  pêşketina mekanîzmayeke parastinê û avabûna çandeke berxwedêriyê astengî ye.’’

Elîf Kaya da zanîn ku divê jin pirsgirêkên xwe neveşêrin û di qadên çandî de jî xwe zêdetir biparêzin.

BERNAMEYA FESTÎVALÊ

Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê ya ku îsal bi armanca berxwedana li hemberî asîmîlasyonê, zindîkirina nirxên çandî û bîra dîrokî û xurtkirina piştevaniya civakî tê lidarxistin, di roja xwe ya duyan de bi coşeke mezin berdewam dike. Li qada festîvalê wêneyên aîdî çanda Dersimê, pêşangehên wêneyan, standên nivîskaran û xwarinên herêma Dêrsimê cih digirin.

Bernameya 15’emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê wê wiha berdewam bike:

Wê merasîma gulebang a Pîr Zeynel Kete were lidarxistin. Piştre wê hunermend û komên weke Çar Newa, Grup Munzur, Beser Şahîn, Cemîl Koçgirî, Zarokên Tenburxane, Zaza Woman, Diyar 23, Hazaran (Koma Muzîkê ya Ermenî), Delîl Hıdır û DAKME’yê derkevin ser dikê.

Her wiha wê di festîvalê de Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû, hevşaredar Cafer Ogur, Alî Riza Bîlîr, Huseyîn Mat, Hurî Kabayel, Mûharrem Erdogan, Erol Aydin û nûnerên Parlamentoya Dêrsimê ya Ewropayê biaxivin.