Girtiyên nexweş Nebîoglû û Başdaş divê bên berdan

Li Stenbol û Enqereyê hate diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Firat Nebîoglû û Mecît Başdaş her ku diçe xirabtir dibe û berdana wan hate xwestin.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê çalakiya xwe ya 688’an a “Rûniştina F” li ber avahiya şaxê lidar xist. Di çalakiya vê hefteyê de hate diyarkirin ku rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Firat Nebîoglû yê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Amedê tê ragirtin, xirab e.

Di daxuyaniyê de pankartên “Tedawî maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Firat Nebîoglû were berdan” hatin vekirin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin.

Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re hefteya 560’emîn a çalakiya xwe ya ji bo girtiyên nexweş li Cadeya Sakarya ya Enqereyê pêk anîn.

Di daxuyaniya vê hefteyê de rewşa girtiyê nexweş Mecît Başdaş (70) ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê tê ragirtin, kete rojevê.

Di daxuyaniyê de pankartên “Tedawî maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Firat Nebîoglû were berdan” hatin vekirin.