Li Mexmûrê mêran banga bilindkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê kirin

Mêrên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi wesîleya 25’ê Mijdarê bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” meşek girseyî li darxistin û banga bilindkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê kirin.

Hişmendiya civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi navgîna azadiya jinê pêş xistî, îro bi pêşengiya jinê berfireh dibe û qalibên hişmendiyê yên 5000 sal ên zilamsalar û dewletparêz bi erdê re dike yek. Di vê çarçoveyê de bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li Ser Jinê, mêrên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” meşek lidar xistin.

Meş saet 14:00'an li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan tevî barîna zêde ya baranê destpê kir.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Nagihan Akarsel, Jîna Emînî hatin hildan. Her wiha pankartên li ser hatibûn nivîsandin, "Têkoşîna jinê wê azadiyê bîne, faşîzmê hilweşîne", "Bi ruhê jina şoreşger em ê li hember hemû rêbazên dagirkeriyê têbikoşin" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin vekirin.

Girseya mêran bê navber dirûşmeyên, "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava", "Kesek nikare roja me tarî bike" û "Bimre xiyanet" berz kirin.  

Meş li Semta Şehîd Elîşêr bi dawî bû û li wir daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê mêrên wargehê Cîgirê Diwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Rûbar Îlhan axivî.

Rûbar Îlhan di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên jin yên li hember dagirkeran têkoşiyane bibîranî û wiha got: “Em xwendevanên fikir û felsefeya Rêber Apo li dijî hemû cûrê tundiyan in. Wê hemû dewletên dagirker di bin dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azad’ de hilweşe. Pêwîste jin li hember hemû tundiyên li dijî xwe têbikoşe. Jinên ku li hember dagirkeran têkoşîn dikin yên mîna Nagihan tên armanc giritin. Jinên ku rastiya xwe di fikrê Rêber Apo de bibîne wê bikaribe xwe azad bike.”

Piştî daxuyaniyê kurte şanoya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat pêşkêş kirin. Şano bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.