Li Mexmûrê liv û tevgera zêde ya hewayî

Li ser wargeha penaberan a Mexmûrê ji danê sibê ve liv û tevgerekî zêde ya balafiran heye.

Îro ji siharê ve heta vê kêliyê bê navber balafirên keşfê û carna jî yên şer li ser asîmanê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) digerin.

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker ev çend rojin Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike, liv û tevgera balafirên keşfê û yên şer li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî bal dikişîne.

Heta niha rayedarên Iraqî û Neteweyên Yekbûyî li hemberî êrîşên hewayî  yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser wargehê ti hewldaneke kirdeyî yên ji bo pêşî lêgirtinê bi cih neanîne û helwesteke berbiçav li dijî dewleta Tirk raber nekirine.