Li Amedê Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş didome

Li Amedê Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş 373 roj li pey xwe hişt.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane lê nayên berdan, ji ber qedexeya Walitiya Amedê di roja 373’an de li Baroya Amedê berdewam kir. Endamên TÛAY-DER, MED TUHAD FED, OHD, Komela Jinan a Rosa û gelek kes piştgirî dan çalakiya malbatan.
 
Dayika girtiyê bi nexweşiya giran Ciwan Boltan, Nazîme Boltan axivî û wiha got: “Ev salekeye em ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane lê nayên berdan, di Nobeta Edaletê de ne. Beriya du rojan em ji bo nobeta xwe bidomînin em çûn ber deriyê girtîgehê, lê ji ber qedexeya walîtiyê destûr nedan em derkevin ji derve. Daxwazeke me ya mezin nîne. Girtiyên me yên nexweş berdin û cezayên wan taloq nekin. Wezîrê Edaletê çima girtiyên me bernade? Girtî ti tişt nekirine.”

Nobeta Edaletê bi dirûşmeyên ‘Heq, hiqûq, edalet” û” Bijî berxwedana zindanan” ‘bi dawî bû.