Kara: Jin hêza xwe ya cewherî ji Rêber Apo û şehîdan digirin

Xantûr Kara destnîşan kir ku eger jinên Kurd xwe bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd rêxistin nekiriba, wê îroj ne xwediyê tu destkeftiyan bûya.

Îroj bi pêşengiya jinên Kurd, li seranserê cîhanê têkoşîneke bêhempa tê nîşandan. Bêguman fikir û rêbaza li pişt perdeya têkoşîna li dijî tundîtujiya li ser jinê, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Her wiha yek ji qadên jî ku jin xwe lê bi wê paradîgmayê rêxistin dikin, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) e. Têkildarî vê yekê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Xantûr Kara, ji ANF’ê re axivî.

‘JINÊN KURD TIMÎ DI DÎROKÊ DE JÎ TÊKOŞIYANE’

Kara di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên jin ên ku li dijî şîdeta li ser jinê têkoşiyane bi bîr anî û wiha got: “25’ê Mijdarê ji bo me tê wateya têkoşîn û berxwedanê. Eger îro li seranserê cîhanê berxwedan û têkoşînek a jinên Kurd hebe, ev bi saya deskeftiyên ku di encama têkoşînek bêhempa de derketine holê. Lê di roja îro de jî her roj jin tên qetilkirin, rastî tacîzî, destdirêjî û şîdetê tên. Îro bi awayek berbiçav diyar dibe ku bi pêşengiya jinên Kurd, têkoşînek li hemberî van tundîtujiyan tê meşandin. Lê ev yek ji bo jinên Kurd ne tiştek xerîb e, ji ber ku di dîrokê de jî jinên Kurd çi mîsyon û erkê têkoşînê hebe, pêk dianî. Eger îro li cîhanê konferansa jinan tê lidarxistin û jin di wê konferansê de pirsgirêkên xwe nîqaş dikin, ev jî hêza jinên Kurd a guhertin û veguhertina di nava civakê de bi bandor dide nîşakirin. Bêguman ev têkoşîn û berxwedana ku jinên Kurd îro li çiyayên azad ên Kurdistanê û her qadên din ên jiyanê raber dike, bi saya Rêber Apo pêk hatiye. Em jinên Kurd hêza xwe ya cewherî ji Rêber Apo digirin. Yekem erk û berpirsyartiya jina Kurd, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji ber ku eger jinan xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo û bi saya keda şehîdan xwe rêxistin nekiriba, me nedikarî tu destkeftiyan bi dest bixin. Em weke jinên Kurd pir bi şans in ku bi paradîgmaya xweseriya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê li dijî pergala kapîtalîzmê têdikoşin û xwedî alternatîf in.”

‘FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER APO, LI HEMÛ CÎHANÊ GERDÛNÎ BÛYE’

Kara di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Fikir û felsefeya Rêber Apo, sînor derbas kiriye û îro li hemû derê belav bûye û bûye gerdûnî. Di roja îro de xwişkên Mîrabel, bûne sembol. Lê di roja îro de jî tundîtujiya li ser jinê berdewam dike. Eger em van tundîtujiyan tenê di asta jinê de bigirin dest, wê têkoşîna li hember wê yekê lewaz be. Ji ber ku îro zarok, erdnîgarî, avhewa, çiya û her zindiyekê ku li ser axa Kurdistanê dijî, bi tundîtujiyê re rû bi rû ne. Lewma eger em bibêjin ku em ê tenê li dijî tundîtujiya li ser jinê bibin asteng, wê sînordar bimîne. Eger îro li çiyayên Kurdistanê li hemberî gerîla çekên kîmyewî tê bikaranîn, ev bi serê xwe tundîtujiyek li hemberî zarokên Kurdistanê ye. Em weke gelê Kurd her roj li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê bi tundîtujiya dewleta Tirk re rû bi rû tên. Bê guman ev yek jî eşkere ye ku ji ber ku em ber bi temambûna sedsala Peymana Lozanê ve diçin.”

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xantûr Kara îşaret bi berxwedan û têkoşîna Jinên Mexmûrê ya 30 salan kir û wiha got: “Ev pêvajoya ku em dijîn, ne wekî tu pêvajoyên din e. Bêguman erkê her jinek a Mexmûrê ya tacîdarkirina vê berxwedanê ya bi serkeftinê, hîn zêdetir e. Lewma mîsyon û berpirsyariya her jinekê jî, ji demên din cuda û zêdetir e. Li gorî wê jî liv û tevger û awayê jiyana me jî wê ne wek berê be. Ji ber ku êdî dem dema serkeftinê ye û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî wê armanca me ya sereke be.”