Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî daxwaza edaletê dikim

Emîne Şenyaşar ku li Rihayê ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin çalakiya Edaletê dimeşîne, diyar kir ku ew ji bo her kesî daxwaza edaletê dike.

Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevser û du kurên wê qetil kirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiyê dike.

Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 627'an de ye. Emîne Şenyaşar got, "Em edaletê dixwazin. Du sal in li vê derê daxwaza edaletê dikim. Kurekî min 4 sal in li koxûşeke yek kesî ye. Bila êdî kurê min berdin. Ji bo her kesî daxwaza edaletê dikim. Di vê baran û sermayê de nikarim li mala xwe bimînim. Bila êdî edalet pêk were."