Şînê: Berxwedana jinan a li Îran û Rojhilat wê azadiyê bi xwe re bîne

Endama Koordînasyona KJAR'ê Çîmen Şînê diyar kir ku berxwedana jinên Îran û Rojhilat wê azadiyê bi xwe re bîne. Şînê got, "Guhertin û veguhertin ji bo mêran jî ferz e. "

Piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê, xwepêşandanên bi pêşengiya jinan pêş ketin û meha duyemîn li pey xwe hişt. Endama Koordînasyona KJAR'ê Çîmen Şînê têkildarî berxwedanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.

DIRÛŞMEYA JIN JIYAN AZADÎ BI GERDÛNÎ BÛ

Şînê diyar kir ku ew 25'ê Mijdarê di demeke ku têkoşîneke mezin a civakî pêş dikeve de pêşwazî dikin û got, “Li her derê li dijî Kurdan û jinan êrîşên qirkirinê yên mezin hene. Em mîrateya xwişkên Mîrabel, jinên Kurd ên îro li her derê berxwedanê bilind dikin û hemû jinên ku di şexsê Zîlanan, Sarayan, Rûkenan, Jîna Emînî û Şler Resulî, Çîçek de pêş xistine silav dikin.

Serhildana jinan ku li Rojhilatê Kurdistanê di pêşengiya jinan de veguherî serhildaneke civakî, ber bi şoreşa jinê ve diçe. Îro hemû cîhan li dora dirûşmeya jin, jiyan, azadiyê kom kir û kir yek. Ew bi gerdûnî bû. Li dora vê dirûşmeyê guhertinek bi pêşengiya jinan li cîhanê tê ferzkirin. Dirûşma Jin, Jiyan Azadî xwedî wate û nirxeke felsefî, dîrokî û civakî ye. Afirînerê vê dirûşmeyê Rêber Apo ye. Em dikarin bibêjin wateya ku Rêber Apo dide jinê, ji wate û girîngiya azadiya jinê ya ji bo civakê digire. Bersiva pirsên azadiya civakî çawa pêkan e, çavkaniya paradîgmaya Rêber Apo di van têgehan de xwe dide der. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dora vê felsefeye mezinbûn pir watedar e û em dikarin bibêjin ku ne tesaduf e. Ev yek nîşaneya şênber e ku fikara mezin a Rêber Apo çiqas bandor kiriye. Hêza civakên ku di bin bandora paradîgmaya neteweya demokratîk de ne. Îfadeya civakên ku dixwazin azad bijîn e.”

HEMÛ CIVAKÊN ÎRANÊ AZADIYÊ DIXWAZIN

Şînê anî ziman ku KJAR rêxistina jinan a hemû xebatên civakî ye û wiha domand, “KJAR'ê da xuyakirin ku rola avakirina azadiya jinê diyarker e. Îran û Rojhilatê Kurdistanê di sîstemeke demokratîk a ku jin û gel bi azadî bijîn re derbas dibin. Bi giştî di van du mehên ku me li dû xwe hiştibûn de me bi xurtî dît ku hemû civakên Îranê azadiyê dixwazin. Em dikarin bibêjin ku li Rojhilat li ser zemîna paradîgmaya Rêbertiyê jin li Îran û Kurdistanê hişyar dibin. Ev agirê azadiyê wê bi pêşengiya jinan berdewam bike û rejîma Îslamî ya Îranê ber bi demokratîkbûnê ve bibe.”

Daxwazên bingehîn ên hemû jinên Îranî yên ku ji bo azadiya jinê têdikoşin, tevger û komên demokratîk û ekolojîk ên li Îranê, Îraneke demokratîk e. Îsrara wan a di jiyana azad de gelekî xurt e. Daxwaza hemû pêkhateyên baweriyan, bi taybetî yên ku dixwazin bi azadî baweriya xwe bijîn, daxwazên jiyana azad a Îraneke demokratîk e. Ev hemû kom di van serhildanan de li ser zemîna berjewendiyên hevpar berxwedana xwe, berdewam dikin. Îran xwedî dîrokeke cidî ye. Ew ne welatekî asayî ye. Lê di derbarê azadiya jinê de dewletek pir zordar, serwer û tund e. Ji bo vê jî pêwîst e ev rejîma mêtînger li ser zemîna veguhertina civakî were demokratîkkirin. Veguherîna civakî, rastiya civaka azad û rastiya jina azad ne rewşeke ku li ser esasê tiştekî pêş bikeve ye. Rejîma Îranê ji jinan pir ditirse. Îran li şûna ku ji jinê bitirse, bi helwesta jinên îroyîn wê azadiya xwe bi dest bixe. Îran bi her awayî li dijî guhertinê derdikeve, di şêwaza xwe ya antîdemokratîk de israr dike. Di vî warî de, veguherîna ku were jiyîn wê ne asayî be; Tenê rêxistinbûnek demokratîk û rêxistina neteweya demokratîk ku li dora azadiya jinê pêş bikeve dikare veguherîne. Di van serhildanan de jinan bi awayekî vekirî dan xuyakirin ku ew êdî zilma 40 salî ya rejîma Îslamî ya Îranê qebûl nakin.”

BERXWEDANA LI ZAP, AVAŞÎN Û METÎNA BANDOR LI HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ KIRIYE

Çîmen Şînê da zanîn ku berxwedana li Zap, Avaşîn, Metîna û hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê hate pêşxistin, bandor li hemû parçeyên Kurdistanê kiriye û wiha got, “Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku ji gerîlaya jin îlham girtine. Her kes, her jin, gel û jin bi kûrahî hejandiye. Dema ku em 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin, berxwedana bi heybet a gerîla di her warî de bi heybet e. Bêguman li ser bingeha şoreşê pêlek mezin a berxwedanê ya li dijî tundiya dewleta mêr, destavêtin û faşîzmê pêş dikeve. Tiştên ku li Rojhilatê Kurdistanê qewimîn jî weke îfadeya civakî ya vê helwestê derdikeve pêş. Di vê pêvajoya serhildanê de ji nav gelê me 368 kes me şehîd bûn. Bi hezaran girtî û winda di bin êşkenceyê re derbas dibin. Zindan tijî dibin. Em wan hemûyan bi hezkirin û hurmeteke mezin bi bîr tînin. Em helwesta gelê xwe ya serhildanê silav dikin.

JÎNA EMÎNÎ HEMÛ CIVAK KIR YEK

Di vê rojê de Jîna Emînî hemû civak kir yek. Em dikarin bibêjin ku xwedîbûneke pir bi nirx, watedar û girîng jî pêş ketiye. Û bêguman niha jinên Kurdistanî û jinên Îranî dîrokê dinivîsînin. Di vê dîrokê de jin ne mexdûr û ne jî gunehkar e, jin mijara sereke ye. Pergaleke ramanê ya ku her kes dikare xwe bi azadî îfade bike, xwe dispêre neteweya demokratîk, li ser esasê feraseta xweparastinê ye û her zindiyekî weke mijara xwe dibîne. Ev dîrok cuda ye. Ev dîrok bi rastî felsefeya jiyanê ya Rêber Apo, rastiyeke ku wî kiriye, îfade dike. Ev derketin ji bo jinan gelek wateyên xwe hene. Ji her alî ve nirxandina wê girîng e.”

FORMULA JIN, JIYAN, AZADÎ MAFÊ AZADIYÊ DIDE JINAN

Endama Koordînasyona KJAR'ê Çîmen Şînê got ku li Rojhilat û Îranê şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ pêk hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Ev keda Rêber Apo ye. Ev serhildan ji berxwedana bi hezaran salan a xwedawenda dayika Mezopotamya hêzê digire. Ev jî li ser kevneşopiyeke ku baweriya demokrasiyê, azadiyê, pirçandiyê digire dest pê dike. Ev berxwedan wê bi hêsanî neyê çewisandin. Ji ber vê yekê jî ev berxwedan û derketina jinan li Îran û Rojhilat bûye xwedî helwesteke kûrtir û bi bandor. Guhertin û veguhertinên civakî hembêz dike.

Di 10 salên dawî de li gelek herêmên Rojhilata Navîn geşedanên girîng hatin jiyîn. Ev pêvajoya ku di heman demê de weke bihara gelan tê pênasekirin, bi şoreşa Rojava bi encam bûye. Lê belê ev geşedanên li Rojhilat û Îranê bêguman wê di warê şoreşa jinê ya Rojhilata Navîn de, bi pêngavên guhertin û veguhertinê yên di navenda jinê de nirxandin û analîzên pir cuda bi xwe re bîne.

Îro serhildanên jinan bi jin jiyan azadî ketine qonaxeke nû. Formula Jin, jiyan, azadî mafê azadiyê dide jinan. Dewlet û zilam jî veguherînê ferz dikin. Em dibînin ku şoreşa jinê tenê bi berxwedanên jinan û serhildanên jinan re sînordar namîne. Di pêşengiya jinên Rojhilat û Îranê de jin ji bo avakirina sîstemeke nû ya jiyanê ya li ser esasên azadiya jinê têdikoşin.”

GUHERTIN Û VEGUHERTIN JI BO MÊRAN JÎ FERZ E

Çîmen Şînê diyar kir ku di serhildana jinan a li Rojhilat û Îranê de mêr jî beşdarî berxwedanê bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Ev hemû nîşan didin ku divê mêr jî çawa bijîn. Di her tiştî de xwe eşkere dike. Her tişt ewçend zelal e ku tu gotin nemaye. Çalakiyên civakê jî ev yek nîşan da. Civakê da xuyakirin ku di navbera jin û mêr de tu cudahiyeke cidî nîne. Li vir, Rêber Apo bi pêş xistina xeta azadiya jinê, bi awayekî zelal tê dîtin ku ti sazî û hêzeke serdest a mêr nikare li hemberî wê bisekine. Jin û gel êdî bi temamî pergala serdest a mêr red dikin û bi veguherandina qadên xwe yên jiyana azad, veguherînin qadên berxwedanê, li xwe xwedî derdikevin û pergala xwe ava dikin. Bêguman ev hemû geşedan îfadeya asta ku Rêber Apo bi îdeolojî û felsefeya jina azad gihaştiye, li her qadê berxwedan û berdêlên mezin daye. Yên ku herî zêde li Rojhilat ji vê felsefeyê bandor dibin hemû gel û jin in. Di mêran de jî çêdibe. Niha di pêşengiya jinê de azadiya hemû civakê di rojevê de ye.

Helbet nêzîkatiya mêr a ji bo lêgerîna jiyana azad a bi xeta 'Jin Jîyan Azadî' jî girîng e. Helbet ev watedar e. Bi kurtasî, sekneke têkoşînê ya li ser rêya azadiyê ya li dijî nasnameya mêr a faşîst, kapîtalîst, lîberal, feodal dimeşe, dixwaze azadiya xwe di azadiya jinê de bibîne, hêja ye. Di vî warî de em li Îranê dibînin ku pêşketina mêr nikare ji nedîtî ve bê.

Guhertin û veguhertina mêran di veguhertina civakî de êdî mecbûrî ye. Ya herî girîng jî mêran li Îranê û hemû cîhanê bi eleqe û coşeke mezin ev dirûşme berz kirin. Dîtina azadiya xwe di vê felsefeyê de guhertineke din e. Em dikarin wê weke pêşketineke erênî binirxînin.

Di vê qonaxê de ne mimkûn e ku meriv vê serhildana jinê bitepisîne. Di vê mijarê de yekîtiya jin û gelan şiyar dibe. Bi her awayî berdêl dide. Îsrar dike ku xwe li ser esasê projeya neteweya demokratîk bi rêxistin bike.”