KCK: Werin em bi berxwedaniya bi ruh û şêwaza PKK'ê têkoşînê bilind bikin!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Gelê Kurdistanê bi coş salvegera 44'emîn a PKK'ê pîroz dike, divê bi ruh û şêwaza PKK'ê ya li hemberî êrîşên qirkirinê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, têkoşîn were geşkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî salvegera 44'an a avakirina PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê got, “Em ketin salvegera 44’emîn a partiya PKK’ê ku gelê Kurdistanê ji nû ve afirand û bi têkoşîna xwe di têkoşîna azadiya mirovahiyê de geşedanên girîng ava kir û destanên berxwedanê yên mezin lê zêde kir. Gelê Kurdistanê û têkoşerên azadiyê 44 sal in di bin pêşengiya PKK’ê de li dijî pergala qirker a mêtinger ji bo hebûn û azadiyê têdikoşin. Em salvegera 44’emîn a partiya me PKK’ê ku bi derketina xwe ya li ser dika dîrokê, bi 44 salên têkoşîna bênavber gelê Kurdistanê ji nû ve afirand û nirxên mirovahiyê zêde kir, bi taybetî li Rêber Apo û şehîdan, li gelê Kurdistanê yê welatparêz, li hevrêyên ku di eniyên şer de li dijî dijmin li ber xwe didin, li berxwedêrên zindanan, li hemû milîtan û sempatîzanên PKK’ê re, li hemû gelên bindest ên dinyayê, li jinan û ciwanan û li mirovayetiya sosyalîst a pêşverû û demokratîk pîroz dikin

Em Rêber Apo yê ku encama hemû destkeftî û nirxên me afirand, ku hişmendiya azadiyê da me û rê li ber têkoşînê vekir, bi rêzdarî silav dikin. Rêber Apo ne tenê PKK afirandiye, ji destpêkê heta roja me ya îro di pêşengtiya şoreşa Kurdistanê de kesê herî zêde têkoşiyaye û xizmet kiriye, Rêber Apo ye. Bi kurtasî Rêber Apo hemû hebûna xwe diyarî azadiya gelê Kurdistanê kiriye. Rêber Apo di nava pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê de ku di dîroka mirovahiyê de pergala herî giran a tecrîd û îşkenceyê ye, ev helwesta xwe domand û berxwedana herî watedar û mezin a dîrokê nîşan da. Em weke gelê Kurdistanê û tevgera azadiya Kurd, ji ber ked û xizmetên mezin ên Rêber Apo, deyndarê wî ne.”

PKK LI SER XETA ŞEHÎDAN MEŞIYA Û NIRXÊN MEZIN AVA KIR

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“PKK weke partiyeke şehîdan ava bû û nirxên mezin ên azadî û mirovahiyê yên PKK’ê afirandin bi saya şehîdan e. Rêber Apo diyar kir ku wî weke pêwîstiyeke dilsoziya bi bîranîna hevalê xwe Hakî Karer re PKK ava kiriye û da zanîn ku PKK encama keda şehîdan û nirxan e ku şehîdan afirandine. Her tiştê ku di têkoşîna 44 salan a bi pêşengiya PKK’ê de hatiye afirandin bi saya şehîdan e. Lewma em weke gel û weke partî hemû nirxên xwe deyndarê şehîdên xwe ne. Di salvegera 44’an a PKK’ê de şehîdê me yê yekemîn Hakî Karer heta şehîdên me yên li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî dijmin li ber xwe dane, em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi minnet bi bîr tînin, li ber bîranîna wan kemberbest dibin, em diyar dikin ku em ê xwedî li bîranînên wan derkevin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bigihînin serfiraziyê. PKK heta niha bi meş û têkoşîna li ser xeta şehîdan nirxên mezin afirandiye. Ji niha û pê ve jî wê di xeta şehîdan de têkoşînê mezin bike, nirxên mezintir biafirîne, hesreta gelê me ya jiyana azad, welatê azad û Rêbertiya azad pêk bîne.

PKK'Ê HERKA DÎROKÊ GUHERANDIYE

Di pêvajoyeke ku gelê Kurd bi fermana înkar û îmhaya dewletên mêtinger ên qirker ji hemû nirxên xwe hate îzolekirin, nav, ziman û nasnameya wî hate qedexekirin û ber bi tinebûnê ve çû, PKK ava bû û herika dîrokê guherand. PKK’ê bi mudaxeleya li rewşa Kurdistanê kir û berê herikandina dîrokê daye rêya azadiyê, nasname û kesayetek nû da gelê Kurd û civaka Kurd. Ev ji bo gelê Kurd şoreşeke mezin e. Ev kesayeta nû hemû nirx û pêşketinên di pêşengiya PKK’ê de hatin afirandin, pêşkêş kir. Ger li şûna kesayeta mêtinger a qirker kesayetek nû ya xwedî hişmendî û îradeya azadiyê nehata afirandin, wê tu pêşketin pêk nehata. Ji ber ku pergala mêtinger û qirker ne tenê Kurdistan parçe kir û şikand û bi qetlîaman Kurdan tepeser kir, her wiha gelê Kurd jî daxist asteke ku xizmeta dijminê xwe bike. PKK’ê ev kesayeta li Kurdistanê tine kir, li şûna wê vejîna civakeke ku azadî ji xwe re esas girtiye, hişmendiya neteweya demokratîk û nirxên welatparêzî û welatparêziyê bi dest xistiye ava kirin û bingeha mêtingeriya qirker a li Kurdistanê hilweşand.

PARADÎGMAYA RÊBER APO PÊŞENGTÎ JI AZADBÛNA JINÊ RE KIRIYE

Bi avabûna PKK’ê re jina Kurd di xeta azadiyê de pêşketineke pir girîng bi dest xist û xwe gihand nasnameya xwe ya xweser. Mirov dikare bêje ku jinên Kurd pêşketina herî mezin bi PKK’ê re jiyan kirin. Kesayetiya nû û azad a ku PKK’ê afirand herî zêde jinên Kurd ew temsîl kir. Ji ber ku PKK di xeta azadiya jinan de pêş ketiye û têkoşiyaye. Ji ber ku Rêber Apo PKK weke partiya jinê pênase kir. Rêber Apo bi geşkirina PKK'ê li ser xeta azadiya jinê û kûrkirina xeta jina azad de, kedên mezin da îrade, rêxistinbûn û azadiya jinê. Di rastiya xwe de Rêber Apo paradîgmaya nû ya PKK’ê li ser azadiya jinê ava kiriye û jin bi pêşengiya jiyana azad û têkoşîna azadiyê bilind kiriye. Ji ber vê yekê di derketina rastiya PKK'ê û teşekirina xeta wê de têkoşîn, ked û pêşengiya jinê serdest bûye. Jina Kurd a ku di nava PKK'ê de gelekî pêş ketine û xwedî hişmendî û vîna azad e, bi saya têkoşîna îro ne tenê xwe azad kiriye, di şiyarbûn û azadiya jinê de îro li Rojhilata Navîn û cîhanê bûye pêşeng.

LI PÊŞIYA MIROVAYETIYÊ ASOYEKE NÛ VEKIRIYE

PKK bi têkoşîna ku daye û bi geşedanên ku afirandiye, ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest û jinên cîhanê bûye tevgereke ku girîng tê dîtin.  Rêber Apo bi pêşxistina teoriya şaristaniya demokratîk û modernîteya demokratîk şekl û naverokek nû da lêgerîn û têkoşîna azadiya gelan, jinan û bindestan û asoyeke nû ji mirovahiyê re vekir. PKK bi van nirxan xwe gihandiye gerdûnîbûnê û bi paradîgmaya xwe ya civaka demokratîk, ekolojîk, civaka azadîxwaz a jinê re bûye pêşengê felsefeya rastiya serdema me û pergala têkoşîna demokratîk a şoreşgerî.

BI AVABÛNA PKK’Ê RE XETA ÎXANETÊ TÊK ÇÛYE, LI KURDISTANÊ XETA AZADIYÊ BÛYE SERDEST

Pêşveçûneke din a girîng a ku PKK’ê ku bi afirandina kesayeta Kurd a azad şoreşa zihniyetê li Kurdistanê pêk aniye, derxistiye holê ev e ku xeta Kurd a hevkar a xayîn a ku parçeyek ji fermana qirker a dagirker e,têk biriye. Xeta Kurd a hevkar û xayîn a ku li ser bingehê nijadperestiyê pêş ket, wekî dûmahîka mêtingeriyê derketiye holê û siyaseteke ku nirxên Kurdistanê îstîsmar dike û pêşkêşî dijmin dike, ava kiriye. Xeta hevkar a xayîn bûye xeta kesayeta mêtinger ku teslîmî dijmin dibe û xizmetê ji dijmin re dike û îxanetê li nirxên civaka ku tê de ye dike. Ji ber vê karekterê, xeta xiyanetê ya hevkar bûye meşrûkirina statuya mêtinger a  Kurdistanê. Bi avabûna PKK’ê re ev xeta Kurdistanî ya hevkar û xayîn têk çû, li Kurdistanê xeta azadî û nirxan bi ser ket. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ku di pêşengiya PKK’ê de pêş ket, li hemberî dijmin bi ser dikeve û gelê Kurdistanê nêzî azadiyê dibe. Di heman demê de xeta xiyanetê ya hevkar lawaz dibe, her ku qels dibe bêtir xwe nêzî dijmin dike, piştgiriya ku dide qirkirina Kurdan zêdetir dike. Di rastiya xwe de dewletên mêtinger ên qirker bi sekna hevkarî û xayîntiyê qirkirina Kurdan didomînin. Heger ne ji xeta îxanetkar bûya, wê Kurdistan nehata parçekirin û nebûye mêtingeh, di heman demê de wê gelê Kurdistanê ji cewhera xwe nehata dûrxistin.. Îro jî dewleta Tirk a mêtinger a qirker bi piştgiriya xeta hevkar û xiyanetê hewl dide êrîşî Kurdistanê bike û bi têkbirina destkeftiyên ku gelê Kurd bi berdêl û têkoşîneke mezin bi dest xistine jî dixwazin qirkirina Kurdan bidomînin.

DIVÊ HER HER PIŞTGIRIYÊ BIDE BERXWEDANA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ  

Dewleta Tirk a qirker a mêtinger û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bo pêşketinên PKK'ê ji holê rabike û Kurdan qir bike, êrîşî her çar parçeyên Kurdistanê û her cihê Kurd lê ye, dike. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê êrîşî Mexmûr, Şengal, Başur, Rojava, Rojhilat û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û di serî de çekên kîmyewî serî li her cure rêbazên dijmirovahî û sûcan dide. Li ku derê Kurdên berxwedêr hebin, wan dikin hedef û dixwaze wan qir bike. Ev êrîşên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi armanca rizgarkirina pergala mêtinger a qirker a ku li pêşberî têkoşîna azadiya Kurdistanê ya di pêşengiya PKK’ê de li ber têkçûnê ye. Pêla nû ya êrîşên li dijî Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyê jî ji bo vê armancê ye. Dewleta Tirk a mêtinger a qirker, ne tenê bi her cure êrîşên dagirkeriyê dixwaze Rojava dagir bike, dixwaze gelê Kurd ji Rojava derxîne, gelên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teslîm bigire. Qirkirina etnîkî ya ku berê li Efrînê dihat kirin, niha tê xwestin ku li hemû Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bê kirin. Di vî warî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vê armanca dewleta Tirk a qirker a mêtinger û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dizanin. Divê her kes piştgiriyê bide helwesta xweparastinê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Em salvegera  44’emîn a partiya me PKK’ê ya ku gelê Kurd vedigerîne jiyanê û ruhê wî nû dike pîroz dikin û hemû kesên li ber xwe didin û bi xet û ruhê berxwedanê PKK’ê re dijîn, silav dikin. Partiya me PKK ku ev 44 sal in ji bo gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn, gelên bindest ên cîhanê û hemû mirovahiyê nirxên mezin ava kiriye, bêguman wê di sala xwe ya 45’an de jî nirxên mezin biafirîne. Gelê Kurdistanê 44’emîn salvegera PKK’ê bi coş pîroz dike, divê bi ruh û şêwaza PKK’ê li dijî êrîşên qirkirinê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, têkoşînê hîn zêdetir mezin bike. Gelê Kurdistanê ku di pêşengtiya PKK’ê de bi berxwedan û têkoşîna xwe bûye xwedî hebûn û nasname, wê bi xeta PKK’ê li ber xwe bide, dagirkeriya qirker têk bibe û azadiya xwe misoger bike.”