Ji bo şehîd Ekîn Ceren Dogruak çalakiya bîranînê
Şehîd Ekîn Ceren Dogruak di 20’emîn salvegera xwe de li ser gora xwe hate bîranîn.
Şehîd Ekîn Ceren Dogruak di 20’emîn salvegera xwe de li ser gora xwe hate bîranîn.
Ekîn Ceren Dogruak (Amara) a ku di encama qezaya trafîkê ya li Başûrê Kurdistanê de şehîd bibû, di 20’emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyakayê hat bîranîn.
Malbata wê, parlementerên DEM Partiyê George Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê û hezkiriyên wê beşdarî çalakiya bîranînê bûn.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Enqereyê Fatin Kanat, Ekîn Ceren Dogruak bibîr anî û bal kişand ser keda wê ya ji bo têkoşîna azadî û aştiyê.
Bav Nusret Dogruak, jî diyar kir ku keça wî di temenekî biçûk de ji bo têkoşîna gel ketiye vê rê.
Çalakiya bîranînê bi danîna gulên beybûnê ku Ekîn Ceren Dogruak jê hez dikir li ser gora wê bi dawî bû.