YPS-YPS JIN: Armanca me ya di sala 45’an de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Koordînasyona YPS-YPS JIN'ê bi wesîleya salvegera 44'an a PKK'ê got, "Armanca me ya sala 45'an a têkoşîna PKK'ê ew e ku bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo, gelê xwe û welatê xwe ji rejîma faşîst a înkar û îmhayê bi temamî rizgar bikin.”

Daxuyaniya Koordînasyona YPS-YPS JIN wiha ye:

“Tê zanîn ku di serdema modernîteya kapîtalîst de bi dehan gelên azadîxwaz ên xwedî çanda resen bi destê qirkirina hovane ya kapîtalîzmê hatin qetilkirin. Gelê Kurd ê qedîm ku li erdnîgariya Mezopotamyayê, di sedsala 20’an de ji bo berjewendiyên maddî, ji aliyê hêmanên modernîteya kapîtalîst ve rastî qirkirineke hovane hat. Li ser navê Kurd û Kurdistanê her tişt rastî înkar û îmhayê hatiye, gelê wê û erdnîgariya wê ji aliyê hêzên emperyalîst ve hatiye şikandin û civak ketiye nava pêvajoya qirkirinê. Pêvajoya înkar û îmhaya Kurdan gihandiye rastiyeke civakî ya ku xiyanetê li xwe û nirxên wê yên netewî dike.

Rêber Apo yê pêşî li vê rewşa Kurdistanê ferq kir û ji vê rewşê re got ‘Bisekin’. Rêber Apo bi du gotinên ‘Kurdistan mêtingeh e’ dest pê kir, meşaleya têkoşîna azadiyê pêxist. Hewl hat dayîn ku li ser esasê rastiyeke civakî ya têkçûyî ya ku li xwe û nirxên xwe yên netewî xwedî dernakeve, têkoşîna azadiyê bi pêş bixin. Ne tesaduf e ku hevalên pêşî yên Rêber Apo Hakî û Kemal bûn. Di salên 1970’yî de, di bin rejîma înkara giran a îmhayê de, wî hevaltiyek pêbawer dît, ji bo têkoşîna azadiyê jî bifikire jî cesaretek mezin lazim bû.

Hakî û Kemal bûn rêhevalên têkoşînê yên yekem û rast ên Rêber Apo, rêhevalên bingehîn ên têkoşîna azadiya PKK’ê jî diyar kirin. Dema hevrê Hakî bû hedefa dijmin di esasê xwe de dihate xwestin ku Rêbertî were tinekirin. Bingehên rêhevaltiya di PKK’ê de ewqas bi hêz hatibû avêtin ku dema pêwîst bû ji bo wê têkoşînek mezin a azadiyê bihata meşandin. Ji bo bîranîna rêheval Hakî Karer, Rêber Apo dest bi têkoşîna azadiyê ya PKK'ê kir. Ji wê rojê û vir ve me sala 44’an a têkoşîna PKK’ê ya ku her kêlî bênavber tê meşandin. PKK’ê di dîroka xwe ya têkoşîna azadiyê ya 44 salan de çi bi cih nekir? Wî vejîna miletekî ku di bin lepên înkar û îmhayê de girtiye û ber bi tunebûnê, ava kir. Têkoşîna Rêber Apo rastiya civakî ya welatparêz a şoreşger derxistiye holê ku nirxên xwe yên neteweyî parastiye û ji rastiya civakî ya bi tevahî lenetkirî ji bo azadiya xwe cesaret kiriye.

Rastiya PKK û Rêber Apo; dîroka ku bi Hakiyan re bû partî, bi bindestan re bû gel, bi Egîtan re bû leşkerî, bi Zîlan re bû xwedawend, bi Bêrîtanan re xwe gihand artêşa jina azad, bi Sarayan re gerdûnî bû. Di hemamn demê de ji bo israra azadiyê bû meşa mirovahiyê.

Ji aqûbeta wan tê fêhmkirin ku yên berê û îro jî digotin em ê PKK tine bikin, di eslê xwe de ji PKK’ê tiştek fam nekirine. PKK hebûna mirovahiyê û civakîbûna me ye. Heta ku mirovahî û civakbûn hebe PKK heye. Di derbarê civakbûnê de her tişt mirovî û gerdûnî ye. Di serdema modernîteya kapîtalîst de PKK li hemberî vê pergala dij-civakê, li dijî şêwazê jiyana ku hemû mirovahî û nirxên me yên civakî tê binpêkirin, bû navê israra civak û mirovbûna azad.

Rêber Apo ji ber ku li hemberî hêzên hegemonîk ên kapîtalîst civaka azad û mirovahiyê parast ji aliyê van hêzên hegemonîk ve rastî komploya navneteweyî hat. Eger îro hemû hêzên hegemonîk ên emperyalîst bi çekên nukleerî yên qedexekirî û bêyî ti sînorên exlaqî yên mirovî bi awayekî hovane êrîşî Rêber Apo û gerîlayê azadiyê yê PKK’ê dikin, ev ji ber israra me ya ji bo civak û mirovetiya azad e.

Parastina nirxên civaka azad û mirovahiyê ne tenê gerdûnî, di heman demê de rêbaza herî pîroz a têkoşîna mirovahiyê ye. PKK’ê di pêşengiya Rêber Apo de li dijî çeka hovane ya qirkirina modernîteya kapîtalîst nirxên civaka azad û mirovahiyê parast.

PKK di nava şoreşê de bûye tevgereke şoreşger. Xeta me ya jina azad a PKK'ê bûye xwedî pozîsyoneke gerdûnî ya ku ji sînorên Kurd û Kurdistanê derbas kiriye û pêşengiya tevahiya mirovahiyê ya cîhanê dike. Em îro dibînin ku hemû mirovahiya cîhanê li dora dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî koletiya hemdem a netew-dewletên kapîtalîst û azadiya civakî ya ku hemû sînoran bêwate dike. Gotina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ cewhera felsefeya jiyana azad a Rêber Apo dide xuyakirin. Bingeha civaka azad a PKK’ê, zîhniyeta jiyana azad felsefeya me ya jina azad e. Gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ vê esasê di eslê xwe de nîşan dide. Têkoşîna azadiyê ya PKK’ê ji vî alî ve bûye tevgerek enternasyonalîst a gerdûnî ku îro hemû cîhanê bi pêşengiya jinên azad bi rê ve dibe.

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku îro li Tirkiyeyê berdewama rejîma înkar û îmhayê ye, li hemberî van destkeftiyên şoreşgerî yên partiya me PKK’ê hêrs bûye. Ji bo ku Kurdê azad ê li Kurdistanê hatiye afirandin tune bikin, êrîşên hovane û bêexlaqî li ser gelê me û tevgera me dikin. Dema ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê fêm kir ku wê li hemberî gerîlayên azadiyên yên li Zapê têk biçe, niha her roj êrîşî şoreşa Rojava dike. Êrîş bi taybetî li ser sivîlan tên kirin. Dema ku ferq dikin ku rejîmên dîktator ên faşîst taybetmendiyek xwe winda kirine, weke ku hêrs bûne bi awayekî eşkere êrîşî her kesî dikin. Rejîma înkar û îmhayê ya dagirker ku sed sal in li ser Kurd û Kurdistanê hatiye avakirin, wê di şexsê rejîma AKP-MHP’ê de bi dawî bibe.

Di sala 45’emîn a têkoşîna PKK'ê de em ji her demê bêhtir nêzî serkeftinê ne. Îro li Kurdistan û cîhanê derfetên dîrokî derketine holê ku em ji rejîma faşîst a înkar û tinekirinê rizgar bibin. Hemû cîhan xwedî li  têkoşîna mafdar a gelê Kurd ku bi pêşengiya PKK’ê derdikeve. Sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Kurd pêk tîne ji aliyê hemû cîhanê ve tên şermezarkirin.

Armanca me ya têkoşîna sala 45'an a PKK'ê; Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re wê gelê me û welatê me bi temamî ji rejîma faşîst a înkar û îmhayê rizgar bibe. Ji ber vê yekê em di salvegera 45’emîna têkoşîna partiya me PKK'ê de bang li hemû gelên xwe yên welatparêz ên şoreşger ên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku li dora têkoşîna azadiyê ya PKK'ê xurtir bên cem hev û têkoşîna azadiyê bilind bikin. Dîsa li metropolên Bakur, Kurdistan û Tirkiyeyê em bang li YPS’ê dikin ku li dijî faşîzmê pêngava me ya serketinê bi bandortir pêş bixin. Divê hemû ciwanên welatparêz ên şoreşger ên Kurdistan û Tirkiyeyê zanibin ku ji Pêngava Serketinê ya ku YPS’ê daye destpêkirin, berpirsyar in. Têkiliya rasterast bi navenda YPS'ê re hebe yan nebe, divê her ciwanê welatparêz ê şoreşger bi berpirsyariya milîtaniya YPS'ê tevbigere. Divê her tiştê ku aîdê faşîzmê ye bibe hedef û werin şewitandin. Li ser vê bingehê em hemû ciwanên welatparêz ên şoreşger ên ku her roj li metropolên Bakur Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî faşîzmê çalakiyên bi bandor li dar dixin silav dikin. Werin em li dijî faşîzmê her qadên metropolên Tirkiyeyê bikin herêmên Zapê.

Li ser vê bingehê em Cejna Vejînê ya gelê xwe ku  salvegera 44’emîn a avabûna partiya me PKK’ê ye, li Rêber Apo, li hemû gelên welatparêz ên Kurdistanê û li mirovahiya cîhanê pîroz dikin.”