Li Qoserê êrîşên dagirkeriyê hat protestokirin

Li navçeya Qoser ya Mêrdinê, êrîşên dagirkeriyê yên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat protestokirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest ku têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Qoserê daxuyaniyê bide. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên bajar û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Lê belê girse ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û nehiştin ku daxuyanî were dayîn. Girseyê jî li hemberî vê yekê bi dirûşmên "jin, jiyan, azadî", "Kobanê nakeve", "zextên we nikarin me ji rêya me vegerînin” û “bijî berxwedana Kobanê" û bi çepik, stran û tililiyan bersiv da. Gelek kesên li derdorê jî bi çepik û dirûşman piştgirî dan çalakvanan.

‘DÊ KESEK NEKARE BI VÊ FAŞÎZMÊ ME TUNE BIKE‘

Parlamenter Pero Dundar bertek nîşanî polîsan da û got ku dorpêça polîsan derqanûnî ye. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî bertek nîşanê polîsan da û ev tişt anî ziman: “Ev dorpêç, dorpêç faşîzmê ye. Ev faşîzm, bi destê AKP û MHP’ê tê kirin. Em li dijî êrîşên ser Rojava,  Başûr û Tirkiyeyê dengê xwe bilind dikin. Em ê ji bo demokrasî, wekhevî, azadî, bawerî, karker û xizanan li ber xwe bidin. Dê zilm û zordariya AKP-MHP’ê nekare dengê me yê aştiyê û berxwedana me têk bibe. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Dê kesek nekare bi vê faşîzmê me tune bike.”

‘DESTHILAT DIXWAZE ALOZIYÊ KÛRTIR BIKE’

Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî axivî û wiha got: “Desthilat dixwaze bi van polîtîkayên şer û tecrîdê aloziyê kûrtir bike. Dixwazin Başûr û Rojava dagir bikin. Tevî hilweşandina bajaran, kuştin, komkujî û qirkirinan jî nekarîn pêş bikevin. Îro çekên kîmyewî dibarînin ser axa me, ciwanên me, erdnîgariya me. Dixwazin bi alîkariya dewletên din azadiya gelê kurd ku gihiştiye merheleyekê bifetisînin.”

Piştî axaftinan jî çalakî bi dawî bû.