Çalakiyên ji bo silavkirina 27'ê Mijdarê: 9 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi armanca silavkirina salvegera 45’emîn a PKK’ê çalakî li dar xistin. 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek û mobeseyek jî hatin rûxandin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di encama çalakiyên hêzên me yên ji bo silavkirina salvegera 45’emîn a partiya me PKK’ê de; 9 dagirker hatin cezakirin, çeperek û pergaleke kamerayê ya mobeseyê hatin rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê; 7 caran bi bombeyên qedexe û 5 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kiriye. Di heman demê de 3 caran bi balafirên şer, 24 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kiriye.

Agahiyên li ser çalakiyên û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

23’ê Mijdarê saet 06.00’an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê tîmên me yên gerok bi sûîkastê li dagirkeran dane û dagirkerek hate cezakirin.

23’ê Mijdarê saet 11.00’an li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a girêdayî Çemço tîmên me yên gerok ve bi çekên giran li dagirkeran dan û 3 dagirker hatin cezakirin.

23’ê Mijdarê saet 13:30’î li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmêm me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.  

23’ê Mijdarê saet 16:30’î li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dane û 2 dagirker hatin cezakirin.

 Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûre ya Savaş Mereş de;

23’ê Mijdarê saet 10:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

23’ê Mijdarê saet 20:30’an de pergaleke kameraya mobesse ya ku dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih kiribû, ji aliyê tîmên me yên gerok ve hate rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

23’ê Mijdarê saet 11:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Axîn tîmên me yên gerok ên YJA Starê li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate rûxandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî;

Di 23’ê Mijdarê de çeperên şer ên Şehîd Yunus û Şehîd Çekdar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran, çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên Qada Berxwedanê ya Çemçoyê carekê, çeperên şer ên Şehîd Felat û Şehîd Dogan ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê jî 3 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

23’ê Mijdarê saet di navbera 09:00 û 18:00’an de çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 5 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 23’ê Mijdarê de qada Gundê Şêlazê ya Metîna 3 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di 23’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Kurojahro, Girê Amediyê û Girê Cûdî 24 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 23’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Saca û Girê FM bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Di 23’ê Mijdarê de jî dagirkeran hewl dan çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi kepçeyan hilweşînin.”