Milîsên HBDH'ê li Amedê li wesayiteke zirxî xistin

Milîsên Şehîd Çiyager ên HBDH'ê ragihandin ku li Amedê di şeva 21'ê Mijdarê de li "polîsên ku teror dikirin" xistine.

Di daxuyaniya Milîsên Şehîd Çiyager ên HBDH'ê de hate gotin, "Di şeva 21'ê Mijdarê de saet 22:00 me li hemberî polîsên ku li kolanan teror dikirin, çalakî kirin."

Di daxuyaniyê de li ser detayên çalakiyê ev agahî hatin dayin: "Li taxa Amed/500 Evlerê polîsên tîmên taybet bi wesayitên zirxî yên bi tîpa kobra bendeke kontrolê danîn û bi kontrola GBT'ê hewl didan ku çavên gelê me û ciwanan bitirsînin. Weke Milîsên Şehîd Çiyager ên HBDH'ê me li vê yekîneya faşîst terorîst xist! Me destpêkê bi çekê li vê koma faşîst xist. Piştre jî bi molotofan li wesayita zirxî xist. Di encamê de agir bi wesayita zirxî ket. Ji aliyê me ve hate tespîtkirin ku di çalakiyê de hin polîs şewitîn. Lê aqûbeta wan nehate eşkerekirin. Polîsên faşîst ên piştî êrîşa me bi panîkê ketin, li derdorê reşandin. Milîsên me bi rengekî serketî ji qada çalakiyê vekişiyan."