Operasyona Şoreşgerî: Gelek dagirker hatin cezakirin û hemû çeper hatin rûxandin-HAT NÛKIRIN

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Girê Hekariyê Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîdan lidar xist. Di operasyona ku ji bo silavkirina damezrandina PKK’ê hat lidarxistin de, gelek çeper hatin îmhakirin û gelek leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Ji Hêrêmên Parastinê yên Medyayê rojnamevan Kawa Tolhildan, têkildarî Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîdan a Girê Hekariyê ev agahî parve kirin:

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Girê Hekarî ya girêdayî Metînayê, bi navê Tolhildana Şehîdên Girê Hekariyê, operasyonek şoreşgerî li dar xist. Ev operasyon bi armanca silav kirina salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê hat lidarxistin. Operasyon îro di saet 13:30’an de destpê kir û di saet 14:30’an de bi dawî bû. Qasî saetekê li çeperên dijmin, şerê tund qewimî.

Li gorî agahiyên çavkaniyên gerîla; Çalakî bi awayê vedizînê pêk hat. Gerîla ket hundirê çeperên dijmin. Bi taybetî jî li girên Şehîd Akîf û Şehîd Zemanî, çeperên dagirkeran yek bi yek hatin îmhakirin. Di vê operasyonê de gelek leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û gelek çek û alavên leşkerî hatin desteserkirin. Çek û alavên di şûn de mayî jî, ji aliyê gerîla ve hatin şewitandin.

Artêşa Tirk a dagirker, li qada operasyonê bi topan êrîş dike.”