Kongra Star: Em asta têkoşînê li hemberî faşîzma dewleta Tirk bilind bikin

Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û got: “Em asta têkoşînê li beramberî faşîzma dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê bilind bikin û xwedî li nirxên Şehîdan û Şoreşê derkevin û destkeftiyên mezintir bi dest bixin.”

Meclîsa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya silavkirina salvegera damezrandina PKK’ê, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Kongra Starê wiha ye:

“Em bi boneya salvegera 44’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), li Rêber Apo, Gerîlayên Azadiyê, berxwedanvanên zindanan, gelê Kurdistanê, tevahî jin û gelên bindest, silav dikin û pîroz dikin.

PKK partiya yekemîn e ku ji bo tevahî jinan, bû mînaka herî pêşeng û di lêgerîna azadiyê de li hemberî sîstemên deshilatdar û koledariya civakê ya kevneperest ku xwe li ser jinan wekî çarenûsekê ferz kiribû.

Di PKK’ê de afirandina jiyana azad, bi fikir û ramanên Rêber Apo ji hemû azadîxwaz û bi taybet ji jinan re, bû manîfestoya jiyanê.

Di nava 44 salan de têkoşîn, berxwedanî û rêxistinbûyîn ku bi efsaneyên lehengiyê hatin xêz kirin, bi berxwedana Bêrîtan, Zîlan û Sakîneyan, Arîn û Jiyanan, Rûken û Sarayan ku bûn pêşengên jiyana azad , û rêxistinbûna jinan a di her qadên jiyanê de. Bûn pêşengê Şoreşa Rojava ku bi şoreşa jin hatiye pênasekirin û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bû dirûşmeya tevayî Cîhanê.

Bi afirandina zanista jineolojiyê hemû qad bûn qadên perwerde û parastinê ku ji nû ve dîroka wendayî.

Tecrîda girankirî ku bi salan e li ser Rêbertî bi awayekî sîstematîk tê meşandin, hewldanên têkbirina vê îrade û jiyana azad e. Ev yek me dike xwedî erk û berpirsyariyek. Em asta têkoşînê li beramberî faşîzma dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê bilind bikin û xwedî li nirxên Şehîdan û Şoreşê derkevin û destkeftiyên mezintir bi dest bixin.”