Derewên qeyûm ên li ser deyn û razemeniyê

Qeyûmê ku Şaredariya Colemêrgê ya HDP’ê xesp kir, budçeya wê li rêyên leşkerî û qereqolan û AKP’ê û alîgirên wê xerc kir, xizmetên xeyalî nîşan da.

Qeyûm Îdrîs Akbiyik ê ku xizmet ji gelê Colemêrgê re nekiriye, îdia kir ku heta bi niha 150 milyon deynê şaredariyê daye û bi 120 milyon lîreyî razemenî kiriye. Nayê zanîn ku qeyûm deyn daye ku û razemenî li ku derê kiriye. Gel bi salan e ji negirtina xizmetê bi gazinc e. Qeyûm, heqê tazmînatê yê welatiyekî nedaye û ji dadgehê re gotiye ku ji ber pirsgirêka aboriyê heqê tazmînatê nehatiye dayîn.

JI GEL RE NÎNE LÊ JI ALÎGIRAN RE HEYE

Qeyûmê Şaredariya Colemêrgê xesp kir, nêzîki çar sal in xizmetê ji gelê Colemêrgê re nake. Ava paqij a Colemêrgê pir e lê gel hêj negihîştiye mafê xwe yê ava paqij. Ava kaniyê ya gelê Colemêrgê hefteyê rojekê ya jî du rojan tê. Qeyûmê ku ava paqij jî ji gel re peyde nake, bi wesayîta vemirandina agir a şaredariyê ava vexwarinê bi pere difiroşe gel.

Bi taybetî mehên zivistan û biharê, rê çal û kort in, ji heriyê mirov nikare tê re derbas bibe. Havînê jî rê toz in.

Çop bi rojan, bi mehan nayê berhevkirin. Ava kanalîzasyonê ya bajêr û leşkergehê nayê parzûnkirin û tev li ava çeman dibe.

Qeyûm, budçeya şaredariyê li wezîr, parlamenter û burokratên AKP-MHP’yî ku tên Colemêrgê xerc dike. Di serî de Colemêrg, pere li mîtîng û çalakiyên AKP’ê yên li Kurdistanê tê xerckirin.