HPG: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên ji bo silavkirina salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê dewam dikin. Di çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Di encama çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 8 caran bi bombeyên qedexekirî û 3 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kirin. Di heman demê de 5 caran bi balafirên şer, 10 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan bi vî rengî ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

24'ê Mijdarê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi eçkên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin.

24'ê Mijdarê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran derb li dagirkeran xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

24'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hêzên me komek ji dagirkeran xistin bin kontrola xwe. Tîmên me yên bi tevger saet di 09:30'î de kemîn danîn pêşiya dagirkeran û di encamê de 2 dagirker ceza kirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

24'ê Mijdarê saet di 10:30 û 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

24'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çeperên şer ên li Girê Şehîd Çekdar 3 caran û li Qada Berxwedanê ya Sîdayê jî çeperên şer ên li Şehîd Felat 5 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

24'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 3 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

24'ê Mijdarê qadên Serê Metîna û Golka yên herêma Metînayê û Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi balafirên şer 5 caran hatin bombekirin.

24'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro û Girê Cûdî 10 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

24'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê Cûdî û Girê FM'ê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."