Leşkerên Iraqê wê li ser sînorê Tirkiye û Îranê bên bicihkirin

Hikûmeta Iraqê ragihand, ku wê hêzên parastina sînor ên hikûmeta federal li ser sînorê Tirkiye û Îranê bên bicihkirin.

Piştî civîna ewlehiyê ya bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şîa el-Sudanî, rayedaran biryar dan ku "hêzên parastina sînor ên hikûmeta federal li ser sînorê Tirkiye û Îranê bên bicihkirin."

Niha sînorên Herêma Kurdistanê di bin berpirsyariya Wezareta Parastina Iraqê de, di destê hêzên pêşmerge de ne.

Di daxuyaniyeke nivîskî ya Bexdayê de hate gotin ku ew plan wê "bi koordînasyoniya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge" were amadekirin.

Roja Sêşemê şandeke pêşmerge bi nûnerên Wezareta Navxwe û Berevaniya Iraqê re civiya.

Li gorî daxuyaniyê, aliyan li ser stratejiyek bi armanca bihêzkirina ewlehiya sînor li hev kiribûn.

Piştî ku Îran û dewleta Tirk êrîşên xwe zêde kirin ev biryar hat girtin.