PKK: Li dijî êrîşên qirkirinê divê li her qadê berxwedana azadiyê were geşkirin

Komîteya Navendî ya PKK’ê bi wesîleya salvegera 44’emîn a avakirina PKK’ê daxuyaniyek da û banga mezinkirina berxwedana azadiyê ya li her qadê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya PKK'ê de, bi wesîleya 27'ê Mijdarê Vejîna Neteweyî û Cejna Partiyê hat pîrozkirin û hate gotin "Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û hêzên demokrasiyê dikin ku bi coşeke mezin Cejna Partiya me pîroz bikin û li her qadê li dijî êrîşên faşîst û qirker berxwedana azadiyê bilind bikin.” hat gotin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Bi 27’ê Mijdarê ve em dikevin sala 45’an a fermîbûna partiya me ya mezin a berxwedan û azadiyê PKK’ê. Di serî de em 27’ê Mijdarê Vejîna Neteweyî û Cejna Partiyê li Rêber Apo li hemû hevrêyan, li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokrat pîroz dikin. Em hemû şehîdên xwe yên leheng ên ku bi şoreşgerê mezin ê enternasyonalîst rêheval Hakî Karer dest pê kir û heta şehîdên berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê em hemû şehîdên xwe, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bigihîjin armancên wan û bîranînên wan zindî bihêlin. Em ji hemû kesên ku di salvegera 45’emîn PKK’ê de ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin re, serkeftinê dixwazin.

PKK JI HEMÛ GELÊN BINDEST RE BÛ PÊŞENG

Wek tê zanîn PKK Partiya Rêbertî û şehîdan e. 44 sal in di dîroka mirovahiyê de yek ji têkoşîna azadiyê ya herî mezin û bi wate daye meşandin. Li dijî dewleta Tirk a faşîst, mêtinger û qirker û pergala modernîteya kapîtalîst a cîhanî, vejîn û jinûvezayîna gelê Kurd pêk anî. Bi têkoşîna azadiyê ya pîroz a ku bi pêşengiya Rêber Apo û li ser bingeha hêza gelê me li ser xeta fedaîbûnê de pêş xistiye feraset û pergala mêtinger û qirker şikandiye. Her kêlî, roj, meh û sal bi têkoşînek ji ya berê dijwartir û serkeftîtir rêya rizgariya hemû gelan û bindestan bi taybetî jin û ciwanan ronî kiriye. Gelê Kurd ê ku welat, gel, nav û nasnameyên wî hatibûn qedexekirin û jibîrkirin û di bin qirkirina herî hovane ya dîrokê de ji xwe reviyabûn, îro îlhamê dide jinan, hemû gelan û bindestan û pêşengtiyê ji wan re dike. Li ser vê bingehê navê PKK’ê bûye hevwateya Kurdayetî û Kurdistanê.

EM BERXWEDANA RÊBER APO Û YA GERÎLAYAN SILAV DIKIN

Têkoşîna sala 44'an a PKK'ê di heman demê de bû saleke têkoşînê ya ku salên berê derbas kir û layiqî rûmeta berxwedanê ya PKK'ê ye. Eşkere ye ku berxwedana mezin a gerîla ya li ser esasê Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û berxwedanên Zap, Avaşîn û Metînayê mohra xwe li sala 44’an da. Gelê me û dostên me yên welatparêz, li dora Rêber Apo û hêzên me yên leheng ên gerîla bûne yek, li dijî êrîşên hovane yên faşîzma AKP-MHP'ê ya ku bi hemû rêbaz û alavan êrîşan dike, li ser armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîneke lehengî dane meşandin. Ev berxwedana dîrokî ya ku têkoşîna me ya azadiyê ya 44 salan biriye asta jor, bi şikandina êrîşên dagirkeriyê yên AKP-MHP’ê û têkbirina planên wan ên îmhayê, derfet û firsendên bidestxistina serkeftinên mezintir radestî sala têkoşîna xwe ya 45’an dike. Li ser vê bingehê em Rêber Apo û Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî silav dikin. Em berxwedana xwe ya gerîla û gel a ku destkeftiyên mezin li dîrokê zêde kirine, pîroz dikin û serketinên hîn mezintir ji wan re dixwazin.

DIXWAZIN QIRKIRINA KURDAN TEMAM BIKIN

Pir eşkere ye ku em bi şer û berxwedaneke mezintir dikevin sala 45’an a PKK’ê. Rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê ku li Zap, Avaşîn û Metîna bi çekên nukleerî yên kîmyewî û taktîkî sûcê şer kir, dema maskeya wê ket û rûyê wê rastîn derket holê, pêşî hewl da rojevê berovajî bike. Piştî ku bi ser neket, Komkujiya Taksîmê pêk anî, hewl da zemînê êrîşên hovane yên nû biafirîne. Li ser van hemûyan, ji şeva 19-20’ê Mijdarê ve hem li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hem jî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke qirkirinê ya nû û berfireh da destpêkirin. Di vê êrîşa hovane de her cure alavên şer ên mîna balafir, tank, top bi kar tîne. Bi awayekî hovane cihên sivîlan bi taybet gund û taxan û çavkaniyên jiyanê yên civakê bi taybet embarên genim, nexweşxane û çavkaniyên enerjiyê topbaran dike. Li ser vê bingehê hewl dide herêma çiyayê stratejîk ê Başûrê Kurdistanê ku em jê re dibêjin Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike û gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ji gund û bajaran derxe û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Sûriyeyê hilweşîne..

Heta niha bi dehan sivîl şehîd bûne û bi sedan sivîl jî birîndar bûne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber çavên hemû cîhanê komkujiyek eşkere tê kirin. Dema ku tifaqa şe kesî li Tirkiyeyê destekê dide vê qetlîama Kurdan a ku ji aliyê dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî ve hatiye kirin, NY û hemû welatên endam bi taybetî DYA û Rûsya qada xwe ya hewayî vedikin û bi bêdengiya xwe piştgirîyeke eşkere didin komkujiyan. Dîsa hevkarê wan PDK ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê piştgiriyê dide dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê.

Eşkere ye ku hemû bi hev re tevdigerin da ku qirkirina Kurdan temam bikin. Di çaryeka yekemîn a sedsala 21’emîn de dixwazin gelê Kurd ê ku azadiyê dixwaze û li ser vê bingehê bi lehengî li ber xwe dide, tine bikin. Li ser vê bingehê di salvegera 44’an a Partiya me yê Azadiyê PKK’ê ku gelê Kurd vejandiye, yek ji êrîşên xwe yên herî mezin û hovane pêk tînin. Lê belê, divê ew hemû bizanibin ku ew xelet in, ew pir xelet in! Gelê Kurd ê ku ji xeta azadiya Apoyî hişyar bû û bi PKK’ê re bû lehengiya xweparastinê, wê van hemû êrîşan rawestîne û bersiva ku heq dike bide dagirkeran. AKP-MHP ku di mehên xwe yên dawî de ye, wê di demeke nêz de desthilatdariya xwe ya faşîst têxe gora dîrokê. Wê maskeya hemû axayên emperyalîst bikeve û îxaneta Kurd wê biçe ser sergoyê dîrokê.

TÊKOŞÎN WÊ LI SER XETA BERXWEDANA APOYÎ Û BI PÊŞENGIYA PKKÊ WERE KIRIN

Bêguman wê têkoşîneke bi vî rengî ya dîrokî li ser xeta Berxwedana Apoyî û di pêşengiya PKK’ê de pêk were. PKK di sala xwe ya 45’emîn de wê berxwedana herî mezin a dîroka xwe bike û serkeftinên herî watedar bi dest bixe. Bêguman gerîlayên HPG û YJA-Star ku li Zap, Avaşîn û Metîna destanên lehengiyê nivîsandin, wê têkoşîneke wiha bi rê ve bibin. Yên ku 6 salan li Herêmên Parastinê yên Medyayê û 7 mehan jî li Zap, Avaşîn û Metîna dibêjin ‘Em rê nadin dagirkeriyê’ wê karibin têkoşîna ku dagirkeran bişkînin, pêk bînin. Zap, Avaşîn û Metîna wê bibe cihê ku dilê gelê me û mirovayetiya azad li wir lê dide. Feraset û siyaseta faşîst û qirker wê li Zap, Avaşîn û Metîna bê hilweşandin, çerxa azadiyê ya dîrokê li vê qadê wê bigere. Li ser vê bingehê em careke din berxwedana gerîla ya leheng silav dikin û bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku li dora berxwedana gerîla bibin yek.

EM BANG LI MIROVATIYA DEMOKRATÎK DIKIN KU XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKEVIN

Em baş dizanin ku gelên Bakur Û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî gelê Kurd weke gelên ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê têk birin, teslîmî tu êrîşan nebûn û gund û bajarên xwe li ber tu êrîşkaran neterikandin. Niha li hemberî êrîşên faşîst ên AKP-MHP’ê tu kes gund û taxa xwe naterikîne, nahêle dijmin jî bikeve xaka dayîk û bav û kalên wan. Bi berxwedana bi pêşengiya Hêzên Parastinê û bi seferberiyeke tam wê faşîzma AKP-MHP’ê di xwîna ku rijandiye de bixeniqe. Li ser vê bingehê em careke din berxwedana azadî û demokrasiyê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav dikin û bang li gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat û hemû mirovahiya demokratîk dikin ku hîn zêdetir xwedlî li vê berxwedana pîroz derkevin û piştgiriyê bidin berxwedanê.

EM JI HEMÛ JINÊN TÊKOŞER RE  SERKEFTINÊ DIXWAZIN

Eşkere ye ku 25’ê Mijdarê weke “roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê” tê pîrozkirin. Jinên li çar aliyê cîhanê bi taybetî jinên Kurd bi rojan e li ber xwe didin û dadikevin qadan û tundiya dewleta mêr protesto dikin. Weke li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li çar aliyên cîhanê jin bi dirûşma ‘Jin Jîyan Azadî’ ber bi azadiyê ve dimeşin. Em PKK em van çalakiyên azadiyê yên li dijî zîhniyet û siyaseta serdest a mêr silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku çalakiyên azadiyê yên jinan roj bi roj mezintir dibin û dibin şoreşa azadiya jinê û sedsala 21’ê dikin sedsala jinan. Partiya me ku bi fikra Rêber Apo ya jineolojiyê ve girêdayî ye, her tim ji hemû rêhevalên jin ên ji bo azadiyê têdikoşin re serketinên mezin dixwazin.

DIVÊ BERXWEDANA AZADIYÊ WERE GEŞKIRIN

Eşkere ye ku sala 45’emîn a PKK’ê saleke pir krîtîk e û karibe qederê diyar bike. Faşîzma AKP-MHP’ê  ji bo desthilatdariyê, dewleta Tirk jî ji bo bijî bi hemû hêza xwe êrîşan dike û wê hê zêdetir êrîşan bike. Li hemberî van hemû êrîşan gelê me û dostên me wê di bin pêşengiya partiya me de zêdetir bibin yek û berxwedana herî mezin a dîroka xwe pêş bixin. Hêzên me yên leheng ên gerîla, rêxistinên jin û ciwanan, gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, wê sala 45'an a PKK'ê bikin sala serkeftineke mezin û bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Li ser van esasan em careke din salvegera 44’emîn a avakirina PKK’ê pîroz dikin û salvegera 45’emîn a têkoşînê silav dikin û ji gelê me yê welatparêz û hêzên demokratîk dixwazin ku Cejna Partiya me bi coşeke mezin pîroz bikin û berxwedana azadiyê bilind bikin, dijî êrîşên faşîst û qirker em li her qadê berxwedana azadiyê geş bikin!

Bimire êrişa faşîst û qirkirin!

Bijî salvegera 45emîn a têkoşîna partiya me!

Bijî şerê me yê gel ê şoreşgerî!

Bijî pêşengên me yên azadiyê PKK-PAJK!

Bijî Reber Apo!”