Divê Rêber Apo bi awayekî azad bixebite

Ger wê pirsgirêka Kurd were çareserkirin û yekîtiya Kurd-Tirkan were dabînkirin wê demê çi wateya girtina Rêber Apo ya li Îmraliyê heye? Wê pirsgirêkên dîrokî werin çareserkirin yan ji kesan tol were hilanîn? Bi rehîngirtina Rêber Apo aşitî nabe.

RÊBER APO

Rêber Apo li gel pêngaveke dîrokî hebûna PKK’ê û têkoşîna çekdarî bi dawî kir. Ev pêngava ku siberoja gelê Kurd û guherîna Tirkiyeyê diyar dike, di bin şert û mercên rehîngirtinê de avêt. Rêber Apo weke pêşengê gelê Kurd û muzakerevanê sereke rehîn tê girtin. Ev yek ne rewşeke asayî ye. Ya asayî hevdîtina aliyan a serbest û wekhev e.

Tevî ku diviya tifaqa AKP-MHP’ê bi eşkere xwedî li vê pirsgirêka dîroka derkevin, hê jî gelekî dûrî ya ku tê xwestin e. Daxuyaniyên Bahçelî erênî ne lê belê AKP li şûna ku pêngavan biavêje hewl dide barî biavêje ser milên Îmraliyê. Bi hûrhesaban hewl dide pêvajoyê mijûl bike. Ji aliyekî ve dibêje ku bila pêvajo têk neçe û ji aliyekî ve jî pêvajoyê dirêj dike.

AKP vê carê bi avantajtir e. Çimkî di serî de CHP beşeke mezin a muxalefetê diyar dikin ku ew piştgiriyê didin çareserî û pêvajoyê. AKP wê CHP’ê jî lê zêde bike û bi vî awayî wê lihevkirina neteweyî pêk bîne. Lê belê bi dûrxistina CHP’ê û operasyonan hewl dide wê dûrî pêvajoyê bigire. Ev hewldanên AKP’ê atmosferê xirab dikin û pêvajoyê bi talûkeyan re rû bi rû dihêlin. Erdogan ji aliyekî ve dibêje ku em pêvajoyê bi hesasiyeteke mezin û bi baldarî bi rê ve dibin û ji aliyekî ve jî pêngavên ku zirarê bide pêvajoyê diavêje.

Rewşenbîrên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê weke tê xwestin li pêvajoyê xwedî dernakevin. Nikarin xwe ji bandorên nêrîna serwer rizgar bikin. Şermok û bizdonek in. Ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve zext li wan hate kirin. Em dikarin bibêjin ku hê jî nehatine ser hemdê xwe û nikarin rola xwe bilîzin. Bi giştî helwesteke sekinîn û temaşekirinê xuya dike. Divê neyê jibîrkirin ku demokrasî û aşitî bi sekinînê û temaşekirinê xwe bi xwe pêk nayên. Ji bo van têkoşîn û birêxistinbûn hewce ne.

Helwesta kesên weke Fatîh Erbakan jî xizmeta şer dike. Ger ji Fatîh Erbakan were pirsîn wê bibêje ku ez ne aligirê şer im. Lê belê neteweperstî û feraseta neteweyî ya serwer jê diherike. Gotinên weke; ‘’Nabe ku Ocalan serbest were berdan. Ji bo vê yekê divê dayikên şehîdan werin razîkirin’’ û hwd. bilêv dike. Lê belê dayikên Kurdan jî hene. Bi deh hezaran jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran gund hatin şewitandin, di girtîgehan de bi sed hezaran Kurd tên rehîngirtin, em ê çi bi van yekan bikin? Ma bes dayikên leşkeran mexdûr in? Her wiha ev ne nêzîkatiyeke polîtîk a cidî û dirust e. Berpirsiyariyê diavêje ser milên hin kesên din. Ma wan dayikan zarokên xwe kirin leşker û berê wan da qada şer? Kesên ku biryara şer girtin, ne dayikên leşkeran bûn, desthilatdarî û rayedarên siyasî bûn. Divê avaniyên siyasî berpirsiyariya vê yekê bigirin ser milên xwe û xwe rexne bikin. Kesên weke Fatîh Erbakan ji bo ku Kurd bigihin mafên xwe çi kirin? Ji bo sekinandina şer û pêşketina demokrasiyê kîjan têkoşîn dane meşandin, divê pirsa van yekan li xwe bikin.

Kesên ku dayikên leşkeran dikin hincet û hewl didin atmosfereke xwîngêr, şer û pevçûnan gur bibe, hene. Pirsgirêkên dîrokî û civakî bi vî rengî çareser nabin. Berovajî van yekan siyasetmedar û kesên ku pêşengtiyê îdîa dikin, berpirsiyariyên xwe digirin ser milên xwe û civakê jî ronî dikin. Ji bo geşbûna atmosfera aşitî û demokrasiyê civakê perwerde dikin û wê amade dikin. Ev ziman û nêzîkatî nerênî ne, bi pirsgirêk in. Divê kesên weke Erbakan bernameyên xwe yên ku wê çawa pirsgirêkê çareser bikin, pêşkêşî gel bikin.

Gelo rehîngirtina Rêber Apo ya li hemberî Kurdan a weke koz û dîlekî rast e? Erbakan jî di nav de divê hemû mixalefet û derdora desthilatdariyê vê pirsê li xwe bikin. Ger nûnerên wan û muzakerevanê wan ê sereke dîl û girtî be wê qebûl bikin ku li ser maseya lihevkirinê rûnin? Bi awayekî eşkere wê bibêjin ku ev yek nayê qebûlkirin. Lê belê dema mijar dibe gelê Kurd, parastina vê yekê dikin. Ev nêzîkatî ne adil û exlaqî ye. Hê jî Kurdan biçûk dibînin. Nêzîkatiyeke lixwegir û qure tê nîşandan.

Kesên ku giraniya pirsgirêka Kurd fêm nekirine û hîs nekirine gotinên xwe yên jiberkirî dubare dikin. Dev ji polîtîkayên ku sed salî hatine ceribandin û encamek jê nehatine standin bernadin. Kesên ku ji vê yekê havil dibin hene. Lê belê nêzîkatiyên ku pirs nakin û serveyî lê dinêrin jî gelek in. Her wiha aliyê hiqûqî jî nayê lêkolînkirin û girîngî pê nayê dayîn. Qehremanî li pêş e. Jixwe Rêber Apo cezayê hatiye birîn, bi dawî kiriye. DMME’yê deh salan beriya niha biryar da. Xwestiye ku Tirkiye sererastkirina yasayî bike û mafê hêviyê nas bike. Konseya Ewropayê jî têkildarî vê mijarê Tirkiye hişyar kir û jê xwest ku biryaran bi cih bîne. Her wiha di Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê de jî peymanên navneteweyî yên alîgir li ser hiqûqa hundirîn tên dîtin. Weke tê dîtin divê Rêber Apo bi awayekî yasayî jî serbest were berdan.

Ger wê pirsgirêka Kurd were çareserkirin û yekîtiya Kurd-Tirkan were dabînkirin wê demê çi wateya girtina Rêber Apo ya li Îmraliyê heye? Wê pirsgirêkên dîrokî werin çareserkirin yan ji kesan tol were hilanîn? Li gel desthilatdarî û muxalefetê divê hêzên siyasî yên li Tirkiyeyê bi awayekî cidîtir nêzî pirsgirêkê bibin. Bi rehîngirtina Rêber Apo ya li hemberî Kurdan aşitî û çareserî pêk nayên. Wê aliyek li gorî kêfa dilê xwe bixebite û aliyê din jî di hucreyekê de rehîn were girtin. Ev ne rewşeke adil e. Ev rewş xizmeta aşitî û çareseriyê nake. Rêber Apo ji bo çareseriyê pêngavên ji bendewariyên wan mezintir avêtin. Divê li gorî vê yekê pêngav werin avêtin û ji bo Rêber Apo şert û mercên xebitîna bi awayekî azad werin dabînkirin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka