Mêran piştgirî dan bangên têkoşîna jinan

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Jinan de komek mêrên azadîxwaz bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ew li gel hemû bangên jinan ên têkoşîna li dijî tundiya li jinan dikin.

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî li Silêmanî çalakî hate kirin.

BI ŞANOYÊ BAL KIŞAND SER TUNDÎ Û AZADIYA JINAN

Li Holî Tewerê Huner bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan şanoya bi navê ‘Xew bi Xew dibînim’ hate nîşandan. Di şanoyê de bal kişandin ser tundiya li jinê û dîsa sînorê mêr ji bo jinê danî. Her wiha qala azadî û serfiraziya jinê hate kirin.

‘JIN AZAD BIBE HIŞMENDIYA SERDEST DAWÎ BIBE’

Piştî şanoyê li ser navê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Şihên Mihemd daxuyanî da. Mihemd anî ziman ku azadiya jinê azadiya hemû mirovatî, azadiya Kurdistan û civakê ye û got: “Eger jin azad bibe, ew hemû hişmendiya dijminê jinê ya xwe dispêre 6 hezar sal wê bi temamî di kesayeta jinê de dawî bibe.”

‘JIN BÊ QETILKIRIN JIYAN TÊ QETILKIRIN’

Şihên Mihemd diyar kir ku jinbûn serbilindî ye û wiha domand: “Jin afêrner e û bi salan jiyan afirandiye û rêvebertî kiriye.” Mihemed dest nîşan kir ku heta jin di çarçoveya milk de bê girtina dest, heta jin bi lewazî bê nîşandan, her biçe civak wê xiratir bibe. Şihên Mihemd got dema jinek tê qetilkirin xweza tê qetilkirin û got: “Keda jinê tê xwarin.”

‘JIN DIKARIN AŞTÎ Û ARAMIYÊ PÊK BÎNIN’

Herî dawî Şihên Mihemd da xuyakirin ku şoreşa Jîna Emînî û armancên Nagîhan Akarsel bikin hevênê serketina ji bo bi azad bi hev re bijîn û got: “Jin dikarin aştî û aramî pêk bînin.”

MÊRÊN AZADÎXWAZ: PIŞTEVANIYÊN BANGÊN JINAN ÊN TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ DIKIN

Her wiha piştî daxuyaniya RJAK’ê komek mêr ku xwe weke ‘Em mêrên azadîxwaz’ dan nasîn, daxuyaniyek da û gotin: “Em hemû cûre dundiya li jinan, red dikin; şermezar dikin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku ew piştevaniyê didin bangên jinan ên têkoşîna li dijî tundiya li jinan.