Bazên Metropolê li Amedê li kulûbeya nobedê xistin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Memyan Hazro ya Bazên Metropolê ragihand ku li Amedê bi bombeyan li hemberî polîsên li kulûba nobedê ya qereqolekê çalakî kirine.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Memyan Hazro ya Bazên Metropolê ragihand ku li Amedê bi bombeyan li hemberî polîsên li kulûba nobedê ya qereqolekê çalakî kirine.
Di daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê de hate gotin, "Di 23'ê Mijdarê de saet 01:00 li Yenîşehîr a Amedê li hemberî polîsên ku li ber qereqola şehîtlîk a berê bûn, bi bombeyên destan çalakî hate lidarxistin."
Di daxuyaniyê de işaret bi êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, her wiha bombardûmana li ser Rojavayê Kurdistanê hate kirin û hate ragihandin ku wê di her firsendê de li dijî dewleta Tirk a faşîst çalakiyan bikin.