PJAK: PKK mizgîniya vejîna dîroka têkoşînên bi coş dide

PJAK’ê bi daxuyaniyekê salvegera 44’an a PKK’ê pîroz kir û got; “PKK îro bûye pêşengê têkoşîna azadiyê ya gelên bindest û rêya têkoşîna gelên bindest ên Rojhilata Navîn ji berê zêdetir vekiriye.”

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê salvegera 44’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir û bang li gelê Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê kir ku sala têkoşînê ya li pêşiya me veguherînin sala azadiya hemû gelan a li dijî faşîzmê.

Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye;

“44 sal li ser têkoşîna fedayî ya ‘Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)’ re ya di bin pêşengiya Rêber Apo de derbas bû û îsal bi gelek serketinên din re dikeve sala xwe ya 45’an. Salvegera damezrandina PKK'ê her sal pîrozbahiya serketinên gelê Kurd e û bi çalakiyên gerîla her sal gelek destketî ji gelê me re anîne. Van tekoşînan bi saya kedên Rêber Apo û şehîdên rêya azadîxwaziyê, îro gelê Kurd zêdetir nêzî azadiyê kiriye.

Gelê Kurd bi saya PKK û Rêber Apo kariye polîtîkayên qirkirinê yên dijmin pûç bike û bi biryardariyeke xurt di rêya azadî û demokrasiyê de bimeşe. Gelê Kurd ku di nava lepên qirkirina herî mezin a dijmin de bû, îro bûye pêşengê têkoşîna azadiyê ya gelên bindest û rêya têkoşîna gelên bindest ên Rojhilata Navîn ji berê zêdetir vekiriye. Têkoşîna PKK’ê îspat kir ku gelên herêmê li dijî modernîteya kapîtalîst polîtîkaya modernîteya demokratîk heq dikin û bi yekîtî û hevgirtinê dikarin di rêya dijwar a azadiyê de ber bi armanca xwe ve bimeşin.

Bûyîna PKK’ê weke yekane modela têkoşînê ya li herêmê di esasê xwe de destana vejîna gelê Kurd û xwe gihandina lûtkeya fedekariyê ye. Îro bihara gelan a bi saya hebûna Rêber Apo û PKK’ê mizgîniya vejîna dîroka têkoşînên bi coş dide ku pêşketina wê li her çar parçeyên Kurdistanê tê dîtin.

Têkoşîna ji bo azadiya jinê, ew jî li Rojhilata Navîn ku ji aliyê hêz û pergalên paşverû yên herêmê ve rastî jiyana herî rûreş hatiye, bi rêbertiya Rêber Apo û fedakariya bi hezaran jinên têkoşer bi hemû hêza xwe hatiye avakirin. Bi hezaran jinên şehîd di rêya dijwar a azadiyê ava kirine ku îro li her çar parçeyên Kurdistanê tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û li çar aliyê welat belav bûye û heta li welatekî wek Îranê bûye çavkaniya hêviya azadiyê. Jin îro bûne hêza sereke ya têkoşîna li dijî qirkirin û faşîzma dijmin û rê li ber derketina şaristaniya demokratîk vekirine.

Di  pêvajoya heyî de hemû gelên Rojhilata Navîn di hemû qadan de ji encamên pêngavên PKK’ê û Rêber Apo sûd werdigirin û her kes şahidê destketiyên wê yên erênî û bandorker ên li ser tevgerên rizgariya herêmê ye. Gel û civakên ku ji aliyê pergala kapîtalîst ve hatibûn ber asta têkçûnê, îro bi saya têkoşîna gerîla bûne xwediyê hêviya vejîna rêya azadîxwazî û demokratîkbûnê. Ji têkçûna DAÎŞ’ê heta têkoşîna li dijî faşîzma Tirk, fedayiyên gelê Kurd ên di pêşengiya Rêber Apo de bûne mînakek watedar a rêya têkoşînê. Di qonaxa niha de karwanê vê têkoşînê li Îranê jî bi bandor bûye û pêşengên karwanan jinên bi xîret û têkoşer in.

Ji Îmraliyê bigire heta her çar aliyên Kurdistanê gelê me li dijî faşîzm û zilma dijmin, hêza xwe ji têkoşîna bêhempa ya Rêber Apo digire. Her wiha dostên gelê Kurd ên enternasyonalîst ên li çar aliyên cîhanê ji rewşenbîran bigire heta akademîsyen û jinên azadîxwaz piştgirî didin Rêber Apo û tevgera azadiya Kurd û di mafdarbûna têkoşîna gelê me de israr dikin.

Em Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di serî de 44’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, li malbatên şehîdan, li gelê me yê fedakar û hemû azadîxwazan pîroz dikin. Bang li hemû ciwan, jin, rewşenbîr û azadîxwazên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin ku sala têkoşînê ya li pêşiya me veguherînin sala azadiya hemû gelan a li dijî faşîzmê. Azadiya gelê Kurd li Rojhilata Navîn tê wateya azadiya hemû gelên bindest; bi saya têkoşîna bê hempa ya gelê me yê welatparêz, rêya pêkanîna azadî û demokrasiyê vebûye û em nêzî azadiyê bûne.”