HPG'ê Fermandar Ekîn Reşît bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê Fermandar Ekîn Reşît bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêya me Ekîn bi têkoşîna xwe ya destanî wê her tim ji bo berxwedana me bibe çavkaniya sûdwergirtinê."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, ji bo gelê me yê ku asîmîlasyon, înkar û êrîşên tunekirinê lê tên ferzkirin, hêviya paşeroja azad ji nû ve afirand û polîtîkayên qirkirinê têk bir. Ewladên leheng ên gelê Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst bi fedaîtî li ber xwe dan û bi têkoşîna xwe dîrok nivîsandin. Hevrêya me Ekîn Jî li refên herî pêş cih girt, derbên giran li artêşa Tirk a faşîst xist û bû yek ji fermandarên pêşeng ên têkoşîna me ya azadiyê ya gerîla ku bûye destan. Di sala 2016'an de şehîd bû û mîrateyeke xurt a têkoşînê li pey xwe hişt. Di salvegera şehadeta wê de em hevrêya xwe Ekîn bi rêzdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbata wê ya hêja û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Bîranîna hevrêya me Ekîn di têkoşîna me ya serketinê de wê timî rêya me ronî bike.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Ekîn Reşît wiha ne:

Nasnav: Ekîn Reşît
Nav paşnav: Halîme Erbey
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Meryem-Abdûrrahîm
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Dagirkerên li Kurdistanê di her serdemê de ji bo karibin sîstema xwe ya mêtinger serwer bikin, bi rêya noker û xayinan hewl dan, ku hêza rêxistinbûyî ya gelê me bitepisînin û gelê me qetil bikin. Li gel komkujî, zext û asîmîlasyonê, gelê Kurd ji berxwedanê û nirxên civakî venegeriya. Bi pêngava Rêber Apo re têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê gihîşt asteke nû û meşa serketinê hate destpêkirin. Di nava vê şoreşa berxwedanê de ku nîv sed sal in dewam dike, şoreş hate kirin. Rastiya gelekî ku li ber tunebûnê bû, bi paradîgmayeke ku nirxên mirovî temsîl dike û bûye çavkaniya hêviyê ji hemû gelan re, cihê xwe li ser dika dîrokê girtiye. Ev têkoşîna bi rûmet bêguman bi keda bêdawî ya şehîdên me yên leheng, bi sekna bi rûmet a gelê me û keda bêhempa ya têkoşîna azadiyê pêk hat.

Xelkê me yê Botanê di tevahiya dîrokê de bû sembola dilsoziya bi nirxan û welatparêziya li Kurdistanê bû. Cihê xwe di nava hemû tevgeran de girt ên ji bo mafên gelê Kurd têkoşiyan û ti carî xwe ji dayina berdêlan neda alî. Bi pêngava Rêber Apo û destpêkirian têkoşîna gerîla re ewladên leheng ên xelkê me yê Botanê cihê xwe li nava refên berxwedanê girtin û bi her awayî piştgirî dan, xwedî li têkoşîna me ya gerîla derketin. Di bin fermandariya fermandarê me yê nemir Egîd de, fîşeka destpêkê ya li dijminê qirker hate xistin, bi ked û piştgiriyeke mezin a xelkê me yê Botanê pêk hat. Ji ber vê yekê xelkê me yê Botanê her tim bû hedefa dewleta Tirk a qirker, her cûre zext, tundî, sirgûn û mêtingerî lê hate ferzkirin. Piştî Pêngava 15'ê Tebaxê, dewleta Tirk a faşîst qirker li hemberî xelkê me yê Dihê dest bi polîtîkaya şewitandina gundan û koçberkirinê kir, di encama vê polîtîkayê de jî bi sed hezaran mirovên me neçar man koçî metropolan bikin. Lê belê xelkê me mîna dareke çinarê ya qedîm dest ji çand û nirxên xwe berneda û li gel zext û zordariyê jî têkoşîna xwe dewam kir.

Malbata hevrêya me Ekîn jî malbateke welatparêz e ku di encama van kiryaran de neçar ma koçî metropolan bike. Vê malbata me ya hêja ji destpêkê ve bi dilsoziyeke samîmî û xurt xwedî li têkoşîna me ya azadiyê derket. Hevrêya me Ekîn ku li nava malbat û derdoreke welê welatparêz ji dayik bû û mezin bû, hîn di zarokatiyê de Rêber Apo û partiya me PKK nas kir û di salên ciwantiyê de tevlî nava serhildanan bû, weke nifşekî serhildanê mezin bû. Her ku di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir, dilsoziya weê ya bi şehîdan û daxwaza azadiyê xurtir bû. Kekê wê hevrêyê me Reşît-Mesût Erbey tevlî nava refên gerîal bû û vê yekê bandoreke mezin li hevrêya me Ekîn kir. Bi vê bandorê, di sala 1990'î de xwest cihê xwe di nava artêşbûna jinê ya Partiya me de bigirge û bi dilsoziya bi şehîdan re sala 2001'ê tevlî nava refên gerîla bû.

Li refên gerîla, destpêkê têkiliyên hevrêtiya milîtanên Apoyî bala hevrêya me Ekîn kişand û bala wê çû ser jiyana komunal. Her ku fêhm kir, têkiliyên hevrêtiyê yên li nava PKK'ê li ser bingeha pêşvebirin û mezinkirina hev e, ji bo bibe hevrêyeke baş a hevrêyên xwe ked da, hewl da; bi hevrêtiya xwe ya samîmî, durust û bêhesab cihê xwe di dilê hevalên xwe hemûyan de girt. Di demên herî zehmet ên têkoşîna me de bi dilsoziya bi hevrêyên xwe yên şehîd û qîmetê bêhempa yê hevrêyên xwe, li ser piyan ma, roj bi roj xwe bi pêş ve bir û bû gerîlayeke jin a şareza. Her wiha jiyana PKK'ê ya ku di nav de bû û bi ked û hewldana bêhempa ya bi hezaran şehîdan ahte afirandin, weke jiyaneke bi wate nirxand û di heman demê de weke lêgerîneke li azadiyê pênase kir. Ji bo vê jî hevrêya me Ekîn wate da her kêliya jiyanê, her kêlî ji bo xwegihandina azadiyê têr û tijî jiya. Hevrêya me Ekîn xwe ji gelê me û azadiya fîzîkî ya Rêberê me berpirsyar dît, her çend bi têkoşîna xwe bû milîtaneke mînak jî ev yek ti carî têrker nedît. Weke pîvana serketinê jî azadiya fîzîkî ya Rêberê me ji xwe re kir esas, baweriya xwe bi wê anî ku divê têkoşîna xwe jî di vê çarçoveyê de mezin bike. Bi vê armancê demekê tevlî nava karên Hêzên Taybet bû, tevlîbûna xwe ya bi rengê fedaî di her kêliya jiyanê de pêk anî. Her wiha ji bo hesabê zext û komkujiyên dewleta Tirk a li ser gelê me bipirse û tola êrîşên qirkirinê hilîne, derbasî Bakurê Kurdistanê bû, li vê derê tevkariyeke girîng li têkoşîna bêeman a li dijî dewleta Tirk qirker, kir. Piştî ku kekê wê hevrêyê me Reşît-Mesût Erbey sala 2007'an şehîd bû, her çend vê yekê zor da hevrêya me Ekîn jî, wê şehadet ji xwe re kir hincetea mezinkirina têkoşînê, ji rastiya şehîdan hêz wergirt û kete nava lêgerîna wê yekê ku têkoşînê mezintir bike. Ji Qendîlê heta bi Dersîmê piştî meşeke dûdirêj a gerîlatiyê careke din vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Akademiya Mahsûm Korkmaz dest bi perwerdeyê kir, tecrûbeya xwe ya leşkerî bi perwerdeya fermandariyeke xurt re kir yek û ji bo bersivê bide pêvajoyê bû fermandareke pêşeng. Hevrêya me Ekîn di Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê û xeta Zîlan de timî li xwe pirsî, li ser bingeha perspektîfên Rêberê me ji bo bibe jineke azad timî têkoşiya, bi kûrbûna xwe ya di vê têkoşînê de taybetmendiya jin a azad di kesayetiya xwe de afirand.

Hevrêya me Ekîn a ku di sala 2014’an de bi perwerdeya fermandariyê û hêza manewî ya ku ji hevrêyên xwe wergirtibû derbasî herêma Avaşînê bû, li vir peywira fermandariya eniyê girt. Hevrêya me Ekîn ku weke fermandara YJA Starê dixwaze erka xwe bi awayekî herî baş bi cih bîne, her tim xwe û hevrêyên xwe ji bo rewşeke şer a muhtemel amade kiriye. Li dijî êrîşên dijmin ên ji sala 2015’an ve destpê kiriye, li herêma Avaşînê çalakiyek li dar xistiye û hewl daye erka xwe ya dewreyê bi serkeftî pêk bîne. Hevrêya me Ekîn ku di êrîşên berfireh ên dijmin de bi hevrêyên xwe re li heman çeperê şer kir, sala 2016'an bi şerê destanî yê li dijî dijmin tevlî karwanê nemiran bû.

Hevrêya me Ekîn ku di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 15 salan de hema hema li her bihosta çiyayên Kurdistanê têkoşiya, ji Zagrosan heta Dersîmê bi kedeke mezin, îradeyeke pola û biryardariyeke bê hempa li eniya berxwedanê cih girt. Kesayetiya serhildêr a Botanê ya li dijî her şêwe zextê di şexsê xwe de daye rûnişkandin û di îdeolojiya Rêber Apo de kûr bû ku bibe fermandareke pêşeng a YJA Starê. Bi sebireke mezin jiyana têkoşînê bi rêxistin kir, hevrêyên xwe li dora xwe perwerde kir û hemû zor û zehmetî derbas kir. Hevrêya me Ekîn, çîroka têkoşîna wê ya destanwarî wê di têkoşîna me de her tim bijî û di berxwedana me de bibe îlham."