Malbata Şenyaşar: Hikumet çima kujeran diparêze?

Malbata Şenyaşar ku ji bo xwe xizmên xwe yên hatî qetîlkirin 653 roj in di Nobeta Edalatê de ye, pirsa "Hikumeta çima kujeran diparêze?" kir.

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 653’an de berdewam kir. Malbata ku ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hate ber deriyê edliyeyê, ji ber careke din cihê nobeta wan bi wesayîtên fermî hate girtin, pankarta li ser “edalet” dinivîse di destê xwe de girtin û li ber deriyê edliyeyê dest bi nobeta xwe kirin.

Emîne Şenyaşar diyar kir ku heta kurê wê bernedin wê dest ji Nobeta Edalatê bernede: “ Bila kurê min berdin ku em jî biçin mala xwe. Ma wijdana vê hikumetê nîne? Di nava dikanê de gule li kurê min reşandin. Malbata min li nexweşxaneyê kuştin. Bila kesên ku kurê min û hevjînê min qetilkirin bên girtin. Çi bikin bila bkin ez ê ji vir ranebim.”

Emîne Şenyaşar da zanîn ku kurê wê Fadil Şenyaşar 5 sal in di hucreyeke yek kesî de tên ragirtin û wiha berdewam kir: “3 canên min kuştin, qet nebe bila kurê min berdin. Çima kesên malbata min qetilkirin nagirin. Em daxwaza edaletê dikin ceza li me dibirin. Ma dîn û îmana vê hikumetê nîne?”

Şenyaşar bi bîr xist ku dîwarên nexweşxaneyê hatine boyaxkirin û qeydên nexweşxaneyê hatine dizîn û got: “Ka hikumet. Çima piştgiriya wan dikin.”