Kurd li dijî qirkirina siyasî li qadan e

Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî DBP'ê, li gelek bajaran hate şermezarkirin.

Ji bo şermezarkirina operasyonên li dijî Partiay Herêman a Demokratîk (DBP), li Wanê meşek hate lidarxistin. Girseya gel li ber avahiya DBP'ê ya Wanê li hev kom bû û serdegirtin şermezar kir.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî Okkeş Kava daxuyanî da û diyar kir ku DBP parçeyek ji kevneşopiya 30 salî ye, lewma bi zextan paşve gavê neavêje. Kava got, "DBP partiyeke welê ye ku li gel 17 hezar kuştinên kiryar nediyar, we nekariye biqedîne. Li hemberî gef û zextê paşve gav neavêt, wê neavêje. Ditirsin, ji ber ku zanin em xurt in, em mafdar in. Bila bitirsin, ji ber ku baş zanin ku wê di demeke kurt de tenê weke partiyeke tabela bimînin. Em li vir in, karê me wê dewam bike û em ê têkoşîna xwe mezin bikin."

Piştî Kava, Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Parlamenterê Wanê Tayîp Temel axivî û got, "Bi dehan partiyên me hatin girtin. Tevî vê yekê jî me xwe gihand bi milyonan kesî. Me li hemberî operasyonan serî netewand, em ê serî netewînin."

Piştî axaftinan girseya gel ji ber avahiya bajêr a DBP'ê ber bi avahiya bajêr a HDP'ê bi dirûşman meşiya. Li gel astengiyên polîsan jî meşê dewam kir.

RIHA

Li Rihayê jî piştî ku Hevserokên DBP'ê yên Bajêr Hîdayet Enmek û Rabîa Arslan serê sibehê hatin destgîrkirin, serdegirtin û lêgerîna li ser avahiya HDP'ê ya Rihayê jî bi dawî bû. Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, nûnerên saziyan û gelek kes ji şêniyên herêmê li ber avahiya partiyê daxuyaniyek dan. Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ahmet Atiş daxuyanî da û got, "Bila serkêşê vê operasyonên Suleyman Soylû baş zanibe ku em ê serî li ber wî netewînin."

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku li gel zilm û zextê ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Em ê tevî gelê xwe li ber xwe bidin."

Omer Ocalan diyar kir ku li gel êrîşan jî gel natirse û got, "Em serbilind in, bi têkoşîna xwe bi rûmet in. Rêya me rêya azadiyê ye."

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî polîsan serê sibehê avêtin ser avahiya DBP'ê ya bajêr. Piştî ku agahî hate bihîstin, girseya gel li ber avahiya partiyê li hev kom bû û operasyon şermezar kir.