Baroya Rihayê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li wezaretê û TBB'ê da

Baroya Rihayê li dijî tecrîda li Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê û TBB'ê da.

Baroya Rihayê ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin re pêk were serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) da.

Daxwaznameya ji bo hevdîtinê bi îmzeya Serokê Baroyê Abdullah Oncel ji Wezaretê û TBB’ê re hat şandin. Baroya Rihayê dibêje ku 39 endamên wan serî li wan dane ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezaretê û TBB’ê bide.

Baroyê xwest Wezaret bersiva daxwaznameya wan bide û astengiyên li pêşiya hevdîtina bi Ocalan re bên rakirin da ku parêzerên wî dikaribin biçin hevdîtinê.