'Em ê pirsgirêkên Amedê bi hev re çareser bikin'

Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr Samet Ûcaman û Mûrat Bîlgîç destnîşan kir ku wê pirsgirêkên bajêr hemûyan bi hev re çareser bikin.

Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr li Amedê bi beşdariya 82 rêxistinên civakî yên sivîl hatibû rgaihandin. Endamê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya Odeya Endezyar û Mîmaran a Tirkiyeyê (TMMOB) Samet Ûcaman û ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mûrat Bîlgîç li ser karên platformê axivîn.

Samet Ûcaman diyar kir, ku gelek pirsgirêkên têkildarî bajêr nêzî 6 sal in zêde bûne, li aliyekî polîtîkayên veguherîna bajarvaniyê, li aliyê din jî polîtîkayên bêedaletiya cih têne bicihanîn. Ûcaman ragihandin ku ev pirsgirêk bandoreke cidî li qadên aborî û civakî yên bajêr dikin.

ÇIMA PÊWÎSTÎ BI PLATFORMÊ HEBÛ?

Ûcaman têkildarî pêwîstiya bi platformê jî got, "Kêmanî û nebûna sîstema avêtinê, tramvay û kêmasiya li nuqteyên lojîstîk ên bajêr, di jiyana bajêr de dibin sedema pirsgirêkên cidî. Pêwîstî bi rêxistiniyeke welê hebû ku hem destwerdana li rewşa dîrokî çandî ya bajêr hem jî pirsgirêkên giştî yên bajêr bîne ziman û bixe rojeva bajêr. Lewma jî pêwîstî bi vê platformê hebû ku hem pirsgirêkên li bajêr nîqaş bike û çareser bike, hem jî bi raya giştî re parve bike. Me ev mijara ku dînamîkên bajêr bi mehan e nîqaşê li ser dike, bi rengê platformê pêk anîn."

'ARMANCA ME YA ESASÎ PARASTINA BAJÊR E'

Ûcaman ragihand ku wê bi rengê civaka sivîl tevbigerin ku mafên xwe yên demokratîk bi kar tîne û got, "Em dxiwazin nirxên bingehîn ên demokrasiyê, aştî û aramiya civakî, stratejiyên bingehîn ên li ser bajêr bi cih bînin. Em ê bi aqlekî hevpar tevbigerin ku çavkaniyên bajêr bi bandor û berhemdar, bi rengekî wekhev bi kar bînin, li ber şaştiyan rabin, ji bo kalîteya jiyanê ya li bajêr bê bilindkirin, ji bo astengkirina rêbazên neexlaqî yên mîna narkotîkê têbikoşin. Em ê bikin ku zarok, ciwan, astengdar hîn bi bandor tevlî nava jiyana civakî bibin. Parastina bajêr wê bibe armanca me ya esasî."

'EM Ê BI AQLÊ HEVPAR ÇARSERIYÊ BIAFIRÎNIN'

Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mûrat Bîlgîç jî li ser armancên platformê got, "Armanca esasî parastina nirxên bajêr e, piştgiriya bi wan re ye. Ji ber ku pirsgirêkên cidî li pêşiya vî bajarî ne. Em dixwazin pirsgirêkên aborî, çandî û ekolojîk ên bajêr bi aqlekî hevpar çareser bikin. Em zanin ku divê platform çareseriyên lezgîn biafirîne. Ji ber vê yekê jî em ê hemû saziyên civakî yên li Amedê tevlî bikin û ji pirsgirêkan re çareseriyên lezgîn peyda bikin. Ji bo biryarên hatine dayin bi cih bêne anîn jî wê îradeyek bê destnîşankirin."

'EM JI ALIYÊ WAN KESAN VE TÊNE BIRÊVEBIRIN Û BAJÊR NAS NAKIN'

Bîlgîç destnîşan kir ku di serî de li dijî bikaranîna narkotîkê ew ê li hemberî her cûre pirsgirêkên li bajêr bixebitin û got, "Îro hin kesên ku Amedê nas nakin ji bajêr re hatine şandin û biryaran têkildarî bajêr didin. Em li dijî vê yekê ne. Weke dînamîkên bajêr têkildarî pirsgirêkên bajêr divê em xwedî gotin bin. Ji ber ku em nayên tevlîkirin pirsgirêkên heyî girantir dibin. Lewma pêwîstî bi rêxistiniyeke welê heye ku nirxên bajêr biparêze, şêniyên bajêr agahdar bike û perspektîfên çareseriyê ji bo pirsgirêkan pêşkêş bike. Me jî li gorî vê pêwîstiyê biryara avakirina platformê dan. Rojeva sereke ya platformê jî ew e ku bi aqlê hevpar ê dînamîkên bajêr, çareseriyê ji pirsgirêkên bajêr re biafirîne. Bi taybetî peydakirina çareseriya pirsgirêkên aboriyê wê karê me yê destpêkê be. Piştre jî em ê pirsgirêkên giştî yên bajêr çareser bikin."