Dîmenê çalakiya sabotajê ya li Bestayê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya sabotajê weşand, ku li herêma Bestayê pêk hat û di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî dabû:

"Hêzên me yên YJA Starê 13'ê Gulanê saet di 14:30'î de li herêma Bestayê li dijî dagirkerên ku hewl didan bi wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Amarok ji gundê Osyanê biçe Girê Aqîr, çalakiyeke sabotajê li dar xistin.

Di encamê de 4 dagirkerên di hundirê wesayitê de hatin cezakirin û wesayita zirxî bi temamî hate îmhakirin."