Li Silêmaniyê 54 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Asayîşa Silêmaniyê ragihand ku li sinorê bajarê Silêmaniyê, Çemçemal, Şarezur û Xaneqîn planek mezin a çeteyên DAÎŞ’ê têk birine û di encama operasyonek 5 mehî de 54 çeteyên DAÎŞ’ê girtine, 3 çete jî hatine kuştin.

Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Asayîşa Silêmaniyê di encama operasyonên pênc mehan de li sinorê parêzgeha Silêmaniyê û derdora wê karîne 54 çeteyên DAÎŞ’ê bigrin, di encama van operasyonan de 3 çete hatin kuştin û gelek cihên ku çeteyan xwe têde vedişartin hatine dîtin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Asayîşa Silêmaniyê di encama operasyonê de hemû emîr û endamên ‘wilayeta DAÎŞ’ê ya Silêmaniyê’ bigre. Her wiha tê diyarkirin kesên hatine girtin jî peywendiya wan bi kiryarên terorîstî yên li Qeredaxê re hebû ku di encamê de çeteyek dema rûbirûyê hêzên asayîşê bibû hatibû kuştin.