HPG: Artêşa Tirk di 24 saetên dawîn de 12 caran çekên kîmyewî bi kar anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker di nava rojekê de 12 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîlayan bombe kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bikaranîna çekên kîmyewî didomîne û diyar kir ku tenê di 20’ê Kanûnê de herî kêm 12 caran çekên kîmyewî û 4 caran jî bombeyên qedexekirî hatine bikaranîn.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ji hemû cîhanê re nîşan da ku li dijî tevgera dagirker a dewleta Tirk, ew tekane parêzvanê hebûn û destkeftiyên gelê me ye. Dewleta Tirk a faşîst ku tehemûlî navê Kurd û Kurdistanê jî nake, ji bo ku di siyaseta xwe ya qirkirinê de bi ser bikeve, hemû rêbazên şerê qirêj xistiye meriyetê. Bi desteka teknîkî ya bêsînor a NATO’yê, artêşa Tirk a faşîst ku bi tundî bombeyên qedexe û çekên kîmyewî li dijî qadên berxwedanê yên gerîla bi kar tîne lê nikare berxwedana hêzên me ya bi îrade û fedaîtiyê bişkîne. Li hemberî hemû êrîşan hêzên me bi helwesteke milîtan ya Apoyî bi çalakiyên xurt derbê li dagirkeran dixe.

Di  çalakiyên hêzên me de; 4 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla 4 caran bi bombeyên qedexe, 12 caran bi çekên kîmyewî, 3 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kiriye.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wiha ne;

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de de li herêma Zapê

– Roja 20’ê Kanûnê saet 09:20 û 16:25’an de li nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê tîmên me yên gerok bi çekên giran 2 caran li dagirkeran dan. Di van çalakiyan de 4 dagirker hatine cezakirin.

2. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar aniye;

– Di 20’ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya navçeya Şêladize ya Amediyê 10 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Di heman demê de, dagirkeran lastîkên wesayîtan û madeyên plastîk şewitandin û dûmana jehrî ber bi çeperên berxwedanê ve şandin.

– Çeperên berxwedanê yên gerîlayan ên nêzî gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladizê ya navçeya Amediyê 4 caran bi bombeyên qedexe û 2 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

– Di 20’ê Kanûnê de Deşta Kafya ya Garê, qadên Şehîd Şerîf ên Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Girê Çekdar 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– Di 20’ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê û herêma Çemçoyê bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.”