Li Çemçoyê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di 2 çalakiyan de yên li herêma Çemçoyê hatin lidarxistin, 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran jî carekê bi bombeyên qedexekirî û 10 caran jî bi çekên kîmyewî êrîş birin ser çeperên berxwedanê yên gerîla.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker carekê bi bombeyên qedexekirî û 10 caran jî bi çekên kîmyewî bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand. Qadên Berxwedanê di heman demê de 16 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Li nêzî herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, tîmên me yên bi tevger 22'ê Kanûnê saet di 13:40'î de bi çekên giran, saet di 19:00 de jî bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encama herdu çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

22'ê Kanûnê li derdora herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi bombeyên qedexekirî, 10 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

22'ê Kanûnê li Metînayê zeviyê Girê Çarçelê, li Xakurkê qada Sinînê û li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê jî çeperên berxwedanê yên gerîla yên li qada Çemçoyê 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

22'ê Kanûnê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Girê FM'ê, qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê û derdora gundê Sîdayê bi dehan caran bi hawan, obus û çekên giran hatin bombekirin."