Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neyne!

Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê didomîne got,"Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neyne!"

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana Malbata Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin.

Çalakiya malbatê îro di roja 654’an de didome. Malbatê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeyê û dest bi çalakiya xwe kirin.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal wiha got: “Bila ti kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neynin! Navê Xwedê yê bi siyaset nîne. Lê navên Heq û Adil hene. Em xwe dispêrin van her du navên Xwedê û li Rihayê 654 roj in ji bo jiyaneke mirovî Edaletê dixwazin.”