AKP'ê çav berdaye Gola Wanê

AKP'ê li Wanê plana parvekirina Gola Wanê xiste meriyetê. AKP û alîgirên wê bi navê "Plana Çalakiyê ya Parastina Tejaneya Gola Wanê û Bernameya Pêkanînê" civînek li ser parvekirina peravên Gola Wanê lidar xistin.

Di Biryarnameya Serokkomariyê de ku 30'ê Hezîrana 2022'an li Rojnameya Fermî hate weşandin, Gola Wanê weke "Qada Bikaranîna Bikontrol û Parastinê ya Domdarî ya Sît a Xwezayî" hate ragihandin û ji bo peravên Gola Wanê di nava AKP û alîgirên wê de bêne parvekirin, qanûnek hate amadekirin.

 Piştî qanûna li ser Gola Wanê bi tevlîbûna Walîtiya Wanê û rayerderên dewletê ve civîna “Plana Çalakiyê ya Parastina hewzeya Wanê û Bernameya Pêkanînê” ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Her wiha saziyên demokratîk û komleyên hawirdorê venexwendin civînê. Civîna AKP û alîgirên wê weke civîna parselkirina peravên Gola Wanê tê diyar kirin. 

Qanûna 30’ê Hezîranê a li ser Gola Wanê kêrî AKP û alîgirên wê hat, Baroya Wanê, Berhemên Dîrokî û Parastinê ya Wanê (ÇEV-DER), Odeya Dermanfiroşên Wan, Colemêrg, Betlîs,  Odeya Tabîban a Wan-Colemêrg, Komeleya Hiqûqnasan a Azadiyê (OHD), Yekitiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirkiyê, (TMMOB), Lijneya Koordînasyona Wanê (ÎKK), Odeya Bijîşkên diranan a Wanê, Odeya Şewirmendên Malî û Hesabgirên Serbest ê Wanê (SMMMO), Konfederasyona Senîdekeya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê bertek nîşanî qanûnê dan.

GOLA WANÊ JI GEL RE QEDEXE YE

AKP û qeyûmên wê bi salan in peravên Gola Wanê ji gel re qedexe kirin e û peravên Gola Wanê di nava saziyên dewletê de parve kirine. Peravên Gola Wanê ya navçeyên Artemêtan, Hevrîşîm, Tûşba bi salan in ji gel re qedexe ye. Li van beravan de gelek qereqol  û malên wan hene. 

Ji bo ku gelê Wanê biçe Gola Wanê herî kêm divê 30 û 40 km biçin dûr. Şeniyên Wanê ku nerazîbûn nîşanî vê rewşê didin, diyar dikin ku AKP û alîgirên wê ku berê şaredariya gel desteserkirin niha jî çav berdane Gola Wanê û armancên wan talan e.