HPG: Çar hevrêyên me şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku mehên Hezîran û Tîrmehê li herêma Zapê gerîla Goksû, Avent, Tolhildan û Dilsoz şehîd bûne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di her dema têkoşînê de bi şerê fedaî, berdêla we çi dibe bila bibe wezîfeya parastina gelê me bi cih anîn. Li dijî êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dagirkeran, ti carî bi paş ve gav neavêtin, her tim xwe nû kirin, têkoşîn mezin kirin û hêviya azadiyê ya gelê me timî geş kirin. Li dijî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker ku 14'ê Nîsana 2022'an destpê kir, gerîlayên azadiyê her bihosta qadên Zap, Avaşîn û Metînayê kirin qada berxwedanê, bi gelek rê û rêbazên dewlemend derbên mezin li dagirkeran xistin. Bi operasyonên şoreşgerî re ku bi tîmên gerîla yên bi tevger hatin kirin, rastiya leşkerên Tirk ên dagirker raxistin pêş çavan, bi berxwedana destanî ya li çeperên bexwedanê, her girekî Kurdistanê veguherandin kelehê. Ji roja destpêkirina êrîşên dagirkeriyê û vir ve, hevrêyên me Goksû, Avent, Tolhildan û Dilsoz di nava tîmên bi tevger ên gerîla de cih girtin û bi êrîşê bersiv dan her êrîşeke dijmin, bi vî rengî pêşengî ji pratîka şerê tîmên bi tevger re kirin. Hevrêyên me Goksû, Avent, Tolhildan û Dilsoz ku bi bawer dikirin, têkoşîna bi biryardariyeke mezin dimeşînin wê teqez bi ser bikeve,bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li ser xeta Zîlan, bûn milîtanên fedaî yên mînak û şehîd bûn.

Ji amadekirina çeperên berxwedanê heta bi pêşvebirina şerê tîmên bi tevger, ev hevrêyên me yên hêja bûn nûnerên kesayetiya kedkar û fedakar. Ji bo dilsoziya bi bîranîna wan re em careke din soz didin ku têkoşîna wan mezin bikin."

Agahiyên li ser nasnameya çar gerîlayên şehîd bûne, wiha ne:

Nasnav: Goksû Avesta
Nav paşnav: Nûcan Dûrak
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Nazli-Haşîm
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tîrmeha 2022 / Zap

Nasnav: Avent Andok
Nav paşnav: Medîne Mûstafa
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Fatma-Elî
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tîrmeha 2022 / Zap

Nasnav: Tolhildan Tîrêj
Nav paşnav: Serhat Aksoy
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Emîne-Mehmet Selîm
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tîrmeha 2022 / Zap

Nasnav: Dilsoz Serhed Giravî
Nav paşnav: Mihemed Elîko
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Ayşe-Mihemed
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Hezîrana 2022 / Zap

 

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Botan ku navenda berxwedana Kurdistanê ye di tevahiya dîrokê de li dijî gelek êrîşên qirkirinê pêşengî ji şerê azadiyê yê gelê me re kiriye. Bi destpêkirina têkoşîna PKK'ê re xelkê me yê Botanê da ser şopa felsefeya Rêber Apo û li gel êrîşan jî rê nedan dagirkerî û dagirkeran. Hevrêya me Goksû jî li keleha çanda welatparêziyê li Şirnexê, li Dêrgulê li nava malbateke welatparêz a ku dilsozê vê kevneşopiya berxwedanê ye, ji dayik bû. Mîna her Kurdên bi rûmet ku dilsozên xeta berxwedanê ne û dixwazin bi rengekî bi rûmet bijîn, êrîşên qirêj ên artêş û dewleta Tirk a faşîst zû dît, bi şahidiya vê yekê mezin bû. Bi êrîşên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên li ser gelê me yê bindest tê ferzkirin, rastiya dijmin ji nêz ve dît, bû xwedî hêrseke mezin û bala xwe hîn bêhtir çû ser têkoşîna azadiyê ya gelê me. Weke jineke Kurd a ciwan û bi rûmet, rastiya jinê ya ku sîstem ew mehkûmî jiyaneke bi koledarî kiriye qebûl nekir, dest bi têkoşîna avakirina nasnameya jinê ya azad kir û felsefeya Rêber Apo timî pê re kelecan afirand, hewl da hîn bêhtir fêhm bike. Weke ewlada gelekî ku di tevahiya dîrokê de li ber xwe daye, xwedî civakîbûneke kûr e û bi PKK'ê re welatparêzî gihandiye asta herî bilind, hîn ji zarokatiyê ve bû xwedî taybetmendiyên welatparêzî, ruhê berxwedêr û partiya me PKK'ê timî bala wê kişand.

Hevrêya me jê bawer kir ku gelê me bi rastiya PKK'ê re bû xwedî hêz û bi taybetmendiyên kesayetiyeke xurt a ji malbateke welatparêz wergirtî, ku sala 1993'an ji ber zextên dewletê neçar ma gundê xwe biterikîne, her tim ev taybetmendiyên xwe parast û hewl da xurt bike. Hestên welatparêziyê yên ji gelê berxwedêr wergirtî, bi têgihiştinê mezin kir û di salên lîse û zanîngehê de biryar li ser tevlîbûna li nava refên gerîla da. Hevrêya me Goksû ku xwendekareke jêhatî û sekretî bû, tevî ku maf bi dest xist ku li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) bixwîne, jiyana ku sîstemê pêşkêş kir, qebûl nekir û bi têgihiştina ku heta gel azad nebe nikare aram û azad be, ev derfet hemû red kir û sala 2014'an tevlî nava jiyana PKK'ê bû ku wê ji xwe re bikira dibistana esasî. Bû milîtanek ku meşa li ser rêya Rêber Apo ji xwe re kir esas.

Hevrêya me Goksû li dibistanên dewleta Tirk a faşîst bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî ciwanên Kurd têne meşandin hesiya û bi tevlîbûna xwe re xwest bersivê bide van polîtîkayên şerê taybet û tecrîda li dijî mirovahiyê ya li ser Rêberê me, ku Rêberê me ji bo mirovahiyê û gelê me fedakariya herî mezin dike. Li xaka Botanê ya lê ji dayik bû û mezin bû, li Cûdî tevlî nava refên gerîla bû, di kesayetiya xwe de welatparêzî û hişmendiya azadiyê û jin a azad afirand, Rêber Apo bêhtir fêhm kir, dît ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê ne jin ne gel ne jî mirvoahî azad dibe. Bi vî rengî bi xurtî tevlî nava têkoşînê bû.

Li Cûdî, mamosteyê destpêkê yê hevrêya me Goksû, ji fermandarên efsanewî yê PKK'ê şehîd Gelhat bû. Di pratîka xwe ya li Botanê de di serî de Şehîd Xeyrî, Şehîd Arjîn, Şehîd Hebûn kete bin bandora jiyana gelek pêşengên me yên hêja, di kesayetiya wan de perspektîfên xwe yên destpêkê yên gerîlabûyînê wergirt û biryardariya xwe xurt kir. Perwerdeya xwe ya bingehîn li Botanê wergirt û ber bi gerîlatiya profesyonel ve gav avêt, bi germahiay di têkiliyên hevrêtiyê de astengiyên li pêşiya xwe hemû ji holê rakir. Hevrêya me Goksû ji bo li qada leşkerî şareza bibe, bi îdîaya ku bibe gerîlayeke profesyonel timî xwe bi pêş ve bir. Li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ku êrîşên qirkirinê dibir ser gelê me, li refên herî pêş cihê xwe di nava berxwedana dîrokê de girt. Tevî ku 2 caran birîndar bû ti carî ji eniya şer xwe neda alî. Piştî ku di şerê dijî çeteyan de wezîfeya xwe bi serketî bi cih anî, vegeriya çiyayên Kurdistanê, tecrûbeya xw eya şer a xurt bi hevrêyên xwe re parve kir û li qada ku lê bû weke gerîlayeke YJA Starê şareza, mîsyona pêşengiyê bi cih anî. Ji bo karibe gavên hîn xurtir biavêje hevrêya me Goksû tevlî nava Hêzên Taybet bû û li gel asta leşkerî û îdeolojîk li vê derê bû xwedî tevlîbûneke hîn xurtir. Di nava PKK'ê de xwe gihand rastiya xwe, di azadiya jin û Kurdan de di kesayetiya xwe de pêşketin afirand, bi eşqa jiyana ku li nava PKK'ê hîn bû, bû mînaka şênber a jin a azadbûyî ya li nava PKK'ê. Hevrêya me Goksû ku li ser xeta Zîlan fedaîbûn ji xwe re kir esas, bi şer û jiyana xwe her tim sekneke milîtaniyê nîşan da. Di 14'ê Nîsana 2022'an de dema ku artêşa Tirk a dagirker êrîşên dagirkeriyê li ser qadên Zap, Metîna û Avaşînê da destpêkirin, li gel hevrêyên xwe yên fedaî bû yek ji wan hevrêyên me ku derba destpêkê li dagirkeran xist. Bû yek ji pêşengên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê. Li Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Girê Amediyê tevlî gelek çalakiyan bû, rêbaza tîmên bi tevger tevî hevrêyên xwe bi rengekî serketî xiste meriyetê û derbên giran li artêşa Tirk a faşîst xist.

Hevrêya me Goksû bû navê jiyana bi rengê Zîlanî û milîtaniya leheng a li ser xeta PKK û PAJK'ê. Bi hezkirina ji hevrêyên xwe û coşa li jiyanê, di nava hevrêyên xwe hemûyan de bû cihê hezkirin û hurmetê. Ala fedaiyan bi serbilindî bilind kir û mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt. Em careke din soz didin ku têkoşîna hevrêya xwe Goksû bi serketinê tacîdar bikin.

Xelkê me yê Rojava ku salên dûr û dirêj di bin zextên rejîma Baasê de ji azadiyê û mafên xwe yên bingehîn bêpar hate hiştin, li xaka Kurdistanê ya ku bi hezaran sal in lê ye, bi jiyaneke bênasname hate mehkûmkirin. Bi polîtîkaya 'Kembera Ereb' a ku rejîma Sûriyeyê sala 1974'an xiste meriyetê, xelkê me bi zorê ji xaka xwe hate koçberkirin û plana Erebkirina Rojavayê Kurdistanê xistin dewrê. Li gel zext û êrîşan jî Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya li têkoşîna berxwedanê ya gelê me tê naskirin, bi destpêkirina têkoşîna partiay me PKK'ê re xeta têkoşîn û berxwedanê ji nû ve bilind kir. Xelkê me yê Rojava yê welatparêz ku bi keda mezin a Rêber Apo têkiliyeke xurt bi partiya me PKK'ê re danî û bû şopdarê dilsoz ê felsefeya Rêbertî, bi hezaran ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên têkoşînê kir.

Hevrêya me Avent li Efrînê ji dayik bû ku ev herêma me xwedî nirxekî xurt ê Kurdistanî û çanda welatparêziyê ya Rojava ye. Hîn di temenê biçûkanî de çanda berxwedanê nas kir. Bi bandora Şoreşa Azadiyê ya Rojava re bala xwe çû ser îdeolojiya Rêber Apo û her ku felsefeya Rêbertî hîn bû, biryardariya ji bo têkoşînê mezintir kir. Hevrêya me Avent weke jineke Kurd a ciwan xwest xizmetê ji şoreşê re bike, ji bo Şoreşa Azadiyê ya Rojava û nirxên pîroz ên gelê me ji êrîşên dagirkeran biparêze sala 2013'an bi rengekî çalak tevlî nava refên têkoşînê bû. Ji aliyekî ve cihê xwe di nava berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyan de girt, li aliyê din jî hewl da ciwanên Kurd zane bike û bi dehan ciwan bi îdeolojiya Rêbertî da naskirin. Bi kesayetiya xwe ya têkoşer, ji bo çiyayên qedîm ên Kurdistanê her tim bi hesret û meraq bû. Tevî hevrêyên xwe yên ku li refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava demeke dirêj ked da û bi ruhê fedaî xelkê me parast, têkoşîna xwe ti carî têrker nedît û her tim hewl da ku hîn bêhtir kedê bide û têkoşîna şehîdên me bi ser bixîne. Hevrêya me Avent di pêvajoya şoreşê de bi şênberî dît ku heta Kurdistan azad nebe, êrîşên înkar û tunekirinê yên li ser gelê me jî bi dawî nabe, bi vî rengî ji dil bawer kir ku bi berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re gelê me wê bi ser bikeve. Hevrêya me berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji nêz ve şopand û di sala 2016'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me beriya tevlî nava refên gerîla bibe, timî di nava lêgerînê de bû, her tim xwedî armanca Kurdistana azad bû û astengiyên li pêşiya xwe hemû bi sebir û biryardarî ji holê rakir. Ji kêliya destpêkê ya tevlî nava refên gerîla bû û pê ve hîn bêhtir bi berpirsyarî rabû û xwest tevkariyê li têkoşînê bike. Ji bo bibe milîtaneke hêjayî Rêber Apo bêrawestan kar kir û kedeke mezin da. Di nava jiyanê de xwedî sekneke kedkar bû û timî bi hezkirin û hurmeteke mezin nêzî hevrêyên xwe bû. Hevrêya me Avent ku bi xwezayê re xwedî têkiliyeke bêhempa bû, her kêliya li çiyayên Kurdistanê rengekî azad derbas kir. Ji dema ku Rêbertî nas kir û pê ve hewl da Rêbertî fêhm bike, ji xwe re kir armanc ku li Kurdistana azad azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bike û ev armanc ji xwe re kir bingeh. Coşa hevrêya me Avent di nava jiyanê de timî li pêş bû. Moral, coş û kelecana wê timî bilind bû. Her tim xwe deyndarê welat û gelê xwe dît û karê xwe ti carî têrker nedît. Her tim hewl dida hîn bi xurtî tevlî bibe, li ser vê bingehê beşdarî nava Hêzên Taybet bû, hewl da wezîfeyên xwe û berpirsyariya xwe ya şoreşgerî bi cih bîne. Ji dema ku tevlî nava Hêzên Taybet bû û pê ve bi rengekî çalak beşdarî kar bû. Hevrêya me Avent hewl da wezîfeyên xwe bi rengê herî baş bi cih bîne, bû xwedî hişmendiya nasnameya jinê ya azad û hewl da vê nasnameyê xurt bike, timî bi xurtî tevlî nava jiyanê bû.

Mêtingeriya li Kurdistana pîroz ji bo hevrêya me Avent timî bû sedema hêrseke mezin. Hevrêya me Avent baş zanî bû ku gefa qirikrina çandî, siyasî û fîzîkî tê çi wateyê, soza xwe ya hilanîna tolhildanê ji mêtingerên qirker timî dubare kir. Her tim xwe li hemberî êrîşên dijmin amade kir. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger her tim xwe li refên herî pêş têbikoşe, bi biryardarî gihîşt vê armanca xwe û bû yek ji hevrêyên me yên destpêkê ku derba destpêkê li dagirkeran xistin. Helweseta hevrêya me Avent li dijî mejiyê faşîst zelal bû û bi gotina 'Hatina li Zapê dibe, lê derketin nabe' sekna xwe ya wêrek û bi biryar careke din nîşan da û bû yek ji milîtanên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê. Hevrêya me Avent tevlî gelek çalakiyan bû, Qadên Berxwedanê li dagirkeran teng kir û bi taktîkên gerîla yên dewlemend derbên giran li dagirkeran xist.

Di nava jiyana şoreşgerî de li ser xeta PKK û PAJK'ê bêteredût meşiya, xeta Zîlan ji xwe re kir esas, hem di nava jiyanê de hem jî şer de bû fedaî, bû milîtaneke hêjayî Rêber Apo. Em soz didin ku têkoşîna hevrêya xwe Avent bi serketinê tacîdar bikin.

Di demekê de ku siyaseta qirkirin û îmhayê ya li ser gelê me herî zêde giran bû û rastiya Kurd û Kurdistanê li ber tunebûnê bû, bi pêşengiya Rêber Apo partiya me PKK'ê dest bi têkoşînê kir û hêviya azadiyê ya gelê me yê bindest ji nû ve afirand. Bajarê me Mêrdîn yek ji wan navendan bû ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi gel re bû yek, girseyî bû û çanda serhildanê lê hate afirandin. Hevrêyê me Tolhildan li nava malbateke welatparêz a ji Kerboran a Mêrdînê ji dayik bû ku ev herêma me li gel zext û êrîşan jî timî bi xeta welatparêziyê re dilsoz ma û çanda xwe ya berxwedanê xurt e. Malbata hevrêyê me Tolhildan ji ber zexsta dewleta Tirk neçar ma koçî Stenbolê bike û hevrêyê me Tolhildan jî li Stenbolê ji dayikb û, lê mezin bû. Tevî ku li metropolên Tirk mezin bû ku metropolên Tirk li Kurdan kirine navenda asîmîlasyonê mezin, hişmendî û çanda welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtî, ti carî winda nekir. Ji ber ku li nava malbat û derdoreke welê mezin bû ku şehîd û tevlîbûnên xwe li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê heye, hevrêyê me Tolhildan hîn biçûkanî partiya me nas kir û ji nêz ve şopand. Polîtîkayên qirkirinê û êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ên li ser gelê me ti carî qebûl nekir û kete nava lêgerîna têkoşînê.

Hevrêyê me Tolhildan di sala 2015'an de li Ewropayê tevlî nava karên ciwanan bû, her ku felsefeya Rêber Apo û xeta têkoşînê ya PKK'ê nas kir, hîn bêhtir xwest tevlî nava berxwedanê bibe û sala 2017'an beşdarî nava refên têkoşînê bû. Heta sala 2019'an li Ewropa û gelek qadan kar kir û bi dehan ciwanên Kurd gihand nasnameya wan a rasteqîn, kir ku tevlî nava refên berxwedanê bibin. Hevrêyê me ku xeta berxwedanê û tevlîbûna xwe ya li nava têkoşînê timî zêde kir, ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêber Apo û bersivdayina li êrîşên giran ên dewleta Tirk a faşîst, xwe gihand çiyayên Kurdistanê û tevlî nava têkoşîna dîrokî bû.

Bi ciwantî, dînamîk û enerjiya xwe ya têr û tijî zû hînî jiyana gerîla û çiyayên Kurdistanê bû. Hem jia liyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe gelekî bi pêş ve bir. Hevrêyê me Tolhildan ku bi perwerdeya xwe ya leşkerî bû gerîlayekî pispor û tecrûbeya xwe bi hevrêyên xwe re parve kir, bi tevlîbûna xurt û dilsoziya bi xeta partiyê re bû xwedî pratîkeke mînak. Di demekê de ku mêtingeran dixwestin her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê tune bike, hevrêyê me Tolhildan baş fêhm kir ku bi têkoşîneke hîn xurtir dikare bersivê bide û tevlî nava Hêzên Taybet bû, biryar da ku têkoşîna xwe bi fedaîtiyê bilind bike. Hevrêyê me ji xwe re kir esas ku di xeta Rêbertî de xwe kûr bike, hemû wezîfe û berpirsyarî bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me ku bi dilsoziyeke mezin bi xeta şehîdan girêdayî bû, ji bo têkoşîna pîroz û nirxên şehîdan biparêze, gelekî hewl da. Hevrêyê me Tolhildan xwe ji her qada jiyanê berpirsyar dît, ji xwe re kir esas ku hevrêyên xwe jî bi pêş ve bibe û xwe bike milîtanekî xeta serketinê ya partiya me. Bi sekna xwe ya bi biryar û xwedî îdîa her tim xwest li refên herî pêş li dijî dagirkeran şer bike û di Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî. Di gelek taktîkên gerîla de xwe kir pispor û ev yek di pratîka xwe ya şer de nîşan da. Hevrêyê me Tolhildan bû fermandarek xwedî ruhê serketinê û milîtanekî fedaî yê ku bersiv da pêwîstiyên gerîlatiya serdema nû.

Weke dilsozê xeta şehîdan, her kêliya ku nefes distand xwe tevlî têkoşînê kir û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a faşîst li refên herî pêş cih girt û derbên giran li dagirkeran xist. Piştre bi rengekî ku hêjayî fedaiyan be mîrateyeke jiyanê û têkoşînê li pey xwe hişt. Em careke din soz didin ku têkoşîna hevrêyê xwe Tolhildan bi serketinê tacîdar bikin.

Hevrêyê me Dilsoz li Efrînê ku welatparêzî û dilsoziya bi çand û taybetmendiyên neteweyî yên Kurdan herî zêde li Kurdistanê tê jiyîn, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Dilsoz jî ji ber van taybetiyên xwe yên malbatê, ji biçûkatiya xwe de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike. Hevrêyê me Dilsoz ku di salên ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava dest bi pêşvebirinê kir, hîs kir û hewl da guhertinên li hawira lê jiyaye fêm bike. Bandora erênî ya şoreşê ya li ser civaka me, roj bi roj di jiyana hevrêyê me Dilsoz de hatiye dîtin. Piştî ku şahidiya zilm û êşkenceya giran a ku di serdemên rejîma Baas de li ser gelê me hatiye kirin, kir, Rojava bi geşbûna Şoreşa Azadiyê re hîsa azadiyê tam kir û derxist zanabûnê ku ji bo van demên azadiyê têkoşîna mayinde bibe, têkoşînek bi bandor hewce dike.

Ji ber ku dizanibû ku ev atmosfera azadiyê ya hatî afirandin bi berdêla ked û canê şehîdên me yên hêja pêş dikeve, di wê baweriyê de bû ku, divê ew jî weke ciwanekî Kurd di nava refên têkoşînê de cih bigire. Lê belê ji ber temenê wî yê biçûk ji bo xebata leşkerî, di destpêkê de daxwaza wî pêk nehat. Hevrê Dilsoz ji ber ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de di êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê de komkujî li ser gelê me pêk anî û gelê me neçarî koçberiyê kir, gelekî bandor bû û fikirî ku divê teqez tola gelê me were hilanîn. Hevrê Dilsoz ku di sala 2018’an de tevlî refên gerîla bû, bi perwerdeya ku dîtiye bûye şervanekî jêhatî. Asta jêhatîbûna wî ya pêşketî di demeke kin de ji aliyê hevrêyên wî ve hat dîtin û ji bo bikaranîna teknîka şer a îro li dijî dijmin tevlî xebatên perwerdeyê bû. Piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî bi dawî kir, weke ciwanekî milîtan, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku dijmin li dijî Girê Sipî û Serêkaniyê dabûn destpêkirin, xwest erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne. Hevrêyê me Dilsoz ku berê wî her tim li çiyayên azadiyê ye, piştî şer biryara tevlîbûna nava refên gerîla da û bawer kir ku dijmin ancax bi şerê gerîla dikare têk biçe.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi saya jêhatîbûnê xwe di dema perwerdehiya Şervanên Nû de ku dît, di cih de tiştên ku dihatin gotin fêm kir û bi cih anî. Ji bo vê jî di demeke kin de pêşketineke mezin bi dest xist û bû şervanekî serketî û berendamê fermandariyê yê bi hêvî. Hevrêyê me Dilsoz ku piştî perwerdeyê weke fermandarekî tîmê derbasî herêma Avaşînê bû, destpêkê bi hevrêyên me Serhed Giravî û Şerzan Qaşûrî yên sembol ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê re nas kiriye û ezmûna xwe ya yekemîn a pratîkî ji van hevrêyên hêja girt. Hevrê Dilsoz ku bi moral û tevlîbûna van hevrêyan di nava jiyanê de bandor bû, hevrêyên me Serhed û Şerzan ji xwe re mînak girt. Piştî demekê hevrêyê me Dilsoz ê ku derbasî herêma Zapê bû, pêşniyara tevlîbûna xebatên Hêzên Taybet kir û pêşniyara wî hate qebûlkirin.

Di dema xebatên Hêzên Taybet de dilê wî her tim bi berxwedana destanî ya li qada Avaşîn û Zapê lê daye, li hember şehadeta gelek hevrêyên xwe zêdetir li dijmin hêrs bû, bi hêza ku ji van şehadetan wergirt hîn zêdetir xebatên pratîktî xurttir dike. Hevreyê me Dilsoz ku baş dizane bersiva herî baş a li hember rastiya şehadetê mezinkirina têkoşînê ye, roj bi roj  hem di aliyê ruhî û hem jî di aliyê leşkerî de xwe pêş xistiye. Wî bawer kir ku divê her dem li hemberî êrîşa muhtemel a dijmin hişyar be û hemû xebatên xwe li ser vê yekê domandiye.

Hevreyê me Dilsoz ku dema êrîşên dagirkeriyê ên 14’ê Nîsana 2022’ê belavî rojavayê Zapê bû, li Qada Berxwedana Girê Cûdî bû, di nava tîmên yekem en li hemberî dijmin de cih girt. Dilsoz û hevreyên me yên pê re di her hewldanên dijmin ên daxistina leşkeran li cihê qadên berxwedanê de derbên bi bandor li dijmin xistine û her carê ji dagirkeran re nîşan dan ku ev êrîşên dagirkeriyê wê bê berdêl nemînin. Hevreyê me Dilsoz ê ku ji bo pêşxistina şerê tîmê fedakariyeke mezin kir, her tim di şexsê Serhed Giravî û Şerzan Qaşûrî de bi layîqê hemû şehîdên me tevgeriya ye û tevlîbûna xwe jî di pîvanên fedayîtî de pêş xistiye. Em soz didin ku têkoşîna hevreyê xwe Dilsoz ku di êrîşa dijmin a 1’ê Hezîranê de şehîd bû, bi hişmendî û berpirsyariya layiqê wê bigihêjin serkeftinê.

Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re û di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Goksu, Avent, Tolhildan û Dilsoz ên ku şervanên pêşengên fedaî ya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûr a Şehîd Savaş Mereşê  bûn re dixwazin. Em ê têkoşîna van hevreyên xwe yên fedaî ku ji me re hiştine mezintir bikin û bîranînên wan bikin sedema têkoşînekî mezintir."