HPG: Dewleta Tirk sûcên şer didomîne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker bi çekên qedexe êrîşî qadên berxwedanê yên gerîlayan dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexe yên şîddeta wan zêde, 5 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bombe kiriye.”

Di daxuyaniya nivîskî de ev agahî hatin dayîn:

“1. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

– Di 21’ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda û herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya navçeya Amediyê du caran bi bombeyên qedexe yên şîddeta wan zêde hatine bombekirin.

2. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

– Di 21’ê Kanûnê de herêmên Kanîsarkê û Deriyê Hirçê yên Garê, bejahiya Gundê Meranê û Gundê Şiyê, Girê Berbizinê ya Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 6 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

– Di 21’ê Kanûnê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Amêdiyê û herêma Çemço ya girêdayî Şêladizê ya Amêdiyê û çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîdayê, bi çekên giran bi dehan caran hatine bombekirin.”