Li Dîlokê li hemberî qirkirina siyasî çalakiya nobetê hat dest pê kirin

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Dîlokê, li hemberî qirkirina siyasî li avahiya DBP’ê çalakiya nobedê ya 3 rojan dan destpêkirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dîlokê ji bo şermezarkirina destgîrkirina Hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û rêvebirên partiyê çalakiya nobedê ya 3 rojan dan destpêkirin. 

Çalakiya nobedê li avahiya DBP’ê dest pê kir. Hevserokê HDP'ê a Dîlokê Avnî Bînîcî axivî û diyar kir ku Hevserokên DBP'ê ya Dîlokê Ethem Onal û Zelîha Aslan jî hatin destgîrkirin. Bînîcî got: “Roj nîne ku hikumeta AKP-MHP’ê li dijî gelê me û partiya me dest bi operasyona qirkirina siyasî neke. Em her roj bi destgîrkirin, êrîş û zextan re rûbirû dimînin. Em partiya HDP’ê û DBP’ê li hemberî vê yekê dest bi çalakiya nobedê ya 3 rojan didin dest pê kirin. Em hemû gelê xwe û raya giştî vedixwînin nobedê. Em ê bi sekna xwe ya herî xurt xwedî li partiya xwe derbikevin. Her ku em xwedî li partiya xwe derbikevin wê desthilatdariya AKP-MHP’ê wê têk biçe. Em ê piştî 5 mehan desthilatdariya AKP-MHP’ê têk bibin.”

Çalakiya nobedê ku li avahiya DBP’ê ya li Taxa Beyê dest pê kir, wê 3 rojan ji saet 10:00’an heta 17:00’an bidome.