Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê greveke nû ya giştî

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, tevgera gel a ku 16'ê Îlonê destpê kir 95 roj in dewam dike.

Tevgera gel ku li seranserê welêt belav bûye, bi çalakiyên li kolanan û grevê dewam dike.

Ji Rojhilatê Kurdistanê heta bi Tehran û Kermanê li dehan bajarî çalakî hatin lidarxistin.

Li gorî çavkaniyên muxalîf, çalakiyên şermezarkirinê heta niha li herî kêm 280 bajarî belav bûne.

Di 19'ê Kanûnê de kuk roja 94'an a çalakiyên şermezarkirinê bû, ji bo 3 rojan greva giştî ya nû hate destpêkirin.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê li Kirmanşan, Sine, Seqiz, Kamyaran, Dîwandere, Eywan, Xerb û gelek bajarên din dikandaran dikanên xwe venekirin.

Cenazeyê çalakger Mûhammed Hacî Resûl ê bi êşkenceyê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate qetilkirin, li bajarê Bokanê bi dirûşma "Şehîd namirin" hate veşartin.

Li Mahabadê jî bi sedan kes tevlî bîranîna şîna 40 rojî ya Fayeq Mamqadirî bûn.

Li gelek bajarên Îranê çalakiyan dewam kirin. Dîmenên li ser medya dîjîtal hatin weşandin, nîşan didin ku li metroya Tehranê jî çalakî hate lidarxistin.

Li bajarê Raştî yê li bakur, bi pêşengiya jinan meşeke girseyî hate lidarxistin, piştre jî ciwanan li kolanan agir dadan.

Li herêma Gulşarî ya Kerecê, gel careke din dakete qadan û nerazîbûn nîşan da.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji 16'ê Îlonê dema destpêkirina xwepêşandanan û vir ve herî kêm 469 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Her wiha tê gotin ku metirsiya darvekirinê li ser 39 kesan heye.

Rêxistinên mafên mirovan ên xwecihî dibêjin ku li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 122 kes hatin qetilkirin.

Malperên din ên muxalîf jî dibêjink u 700 kes hatine qetilkirin û 30 hezar kes hatine girtin.