Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şaban Yorgûn yê ku li gundê Anîtosê yê Colemêrgê şehîd bû, piştî 7 mehan radestî malbatê hat kirin û li Colemêrgê hat veşartin.

Di 12'ê Hezîranê de li gundê Anîtos ê Colemêrgê 3 gerîlayên HPG û YJA-Star'ê di şer de şehîd bûn. Cenazeyên Jiyan Konûr (Jînda Cûdî), Canan Ozdemîr (Canda Welat) û Şaban Yorgûn (Êrîş Rizgar Kato) piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê li Serê Solan a girêdayî navenda Colemêrgê li "Goristana Bêkesan" hatibûn veşartin.

Malbata Şaban Yorgûn gava pê dihese ji Mêrsînê tê Colemêrgê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dide. Piştî 7 mehan encama DNA'yê kişf bû.

Şaredariya Colemêrgê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin ji bo cenazeyê Yorgûn wesayîta cenaze û ji bo vekirina gorê jî kemçe neda malbatê. Paşê ferdên malbatê bi derfetên xwe gorê vekirin û bi wesayîteke cenaze ya xisûsî cenazeyê ji "Goristana Bêkesan" derxistin û birin goristana li Taxa Karşiyakayê û veşartin.