HPG: 3 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin.

Arteşa Tirk a dagirker li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî herêma Çemço û gundê Sîdayê 2 caran bi bombeyên qedexekirî û 5 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Di heman demê de Qadên Berxwedanê 4 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe kir."

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan û êrîşan ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoregerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

19'ê Kanûnê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, li dijî dagirkerên li nêzî herêma Çemço û gundê Sîdayê çalakî hatin lidarxistin. Li gorî vê yekê;

Saet di 10:40'î de li nêzî gundê Sîdayê li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên berxwedanê yên gerîla bi sabotajê çalakî hate lidarxistin.

Saet di 12:00 de li qada Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

Saet di 17:40'î de li qada Çemçoyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

19'ê Kanûnê saet di 10:30 û 11:30'î de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîdayê 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin. Heman demê saet di navbera 11:00 û 17:00 de dagirkeran li pêşiya çeperên berxwedanê yên gerîla lastîkên wesayitan û malzemeyên plastîk şewitandin û dûyê bi jehr ber bi çeperên berxwedanê ve şandin.

19'ê Kanûnê ji saet 15:00 heta bi şev, li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li herêma Çemçoyê 5 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Heman demê dagirkeran li pêşiya çeperên berxwedanê yên gerîla lastîkên wesayitan û malzemeyên plastîk şewitandin û dûyê bi jehr şandin nava çeperên berxwedanê.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

19'ê Kanûnê Garê qada Deşta Kafya û Qada Girê Biharê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

19'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Saca û Kurojahro 6 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

19'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Girê Hakkarî û Girê FM'ê bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin."