KCK: Em ê hesabê komkujiyan bipirsin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî Komkujiya Mereşê û Komkujiya Girtîgehan a 19'ê Kanûnê şermezar kir û diyar kir ku wê hesabê hemû komkujiyan bê pirsîn.

Daxuyaniya nivîskî ya KCK’ê wiha ye:

“Di komkujiya dewleta Tirk a dagirker a 44 sal berê li Mereşê li dijî Kurdan pêk anî de, bi sedan mirovên me hatin qetilkirin, bi hezaran jî birîndar bûn û neçar man warên xwe terk bikin. Em careke din di 44’emîn Salvegera Komkujiya Mereşê de kesên di Komkujiya Mereşê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û dewleta Tirk a qirker a mêtinger a ku komkujî pêk aniye bi kîn û nefret şermezar dikin. Em careke din diyar dikin ku em ê weke Tevgera Azadiya Kurd hesabê hemû komkujiyan bipirsin.

Dewleta Tirk ji bo ku armanca xwe ya bibe yek netewe û vî tiştî li Kurdistanê bi cih bîne, bi afirandina zemîna belavbûna netewetiya Tirk re heta niha bi dehan komkujî li Kurdan kiriye. Komkujiya Mereşê jî yek ji wan e. Dewleta Tirk bi van komkujiyan dixwest ku Kurdistanê ji Kurdan paqij bike.

Rêber Apo ev rastiya dewleta Tirk demek berê dît û anî ziman. Jixwe piştî ku Tevgera Azadiya Kurd biryara partîbûnê da, Komkujiya Mereşê pêk hat. Dewleta Tirk li Mereşê qetlîamek pêk anî û xwest ku pêşî li pêşketina Tevgera Azadiya Kurd bigire û qirkirina Kurdan di zûtirîn demê de temam bike. Weke komkujiyên berê, di Komkujiya Mereşê de jî yên ku dikaribûn bên qetilkirin hatin qetilkirin, yên mayî jî hatin koçberkirin. Ji ber ku armanca komkujiyên li Kurdistanê ev e ku, dixwazin li Kurdistanê Kurd nemîne.

DIVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ AKP-MHP'Ê BÊ MEZINKIRIN

Dewleta Tirk di çarçoveya planekê de polîtîkaya qirkirina Kurdan pêk anî. Yek ji stûnên herî girîng ên vê planê valakirina Rojavayê Firatê ji Kurdan bû. Komkujiya Mereşê komkujiyek e ku di çarçoveya valakirina Rojavayê Firatê ji Kurdan û Kurdkirina vê derê hatiye kirin. Ji ber ku nasnameya Kurd-Elewî di pêşxistin û parastina çand û civakbûna Kurdan de xwedî cihekî girîng e, dewleta Tirk di çarçoveya qirkirina Kurdan de Kurdên Elewî ji xwe re kiriye hedefa pêşîn û berê xwe daye wan. Komkujiya Mereşê komkujiyeke li dijî Elewî-Kurdbûnê ye û li ser vê bingehê hatiye kirin.  Ji ber ku gelê me yê li vir xwedî nasnameya Kurd-Elewî ye, dewleta Tirk pêşî bi pêşxistina şovenîzma mezhebî û provokekirina girseyên li ser esasê îdeolojiya paşverû ya Sunnî, ji bo komkujiyê zemînek afirand, piştre jî bi destê komên paramîlîter ên faşîst ên neteweperest komkujî pêk anî. Jixwe dewleta Tirk bi qasî ku dijminatiya hemû Elewiyan dike, dijminatiya Kurdên Elewî jî dike. Mîna li Mereşê li gelek cihan bi taybetî li Çorûm, Tokat û Sêwasê li dijî Elewiyan komkujî pêk anî. Lewma Komkujiya Mereşê jî Komkujiya Elewiyan e.

Îro qirkirina Kurdan ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve tê meşandin. Bi AKP-MHP’ê re li derveyî sînorên Bakurê Kurdistanê polîtîkaya qirkirina Kurdan dest pê kir û di vê çarçoveyê de komkujî û dagirkerî hatin kirin. Li Rojava bi taybetî dagirkirina Efrînê, piştre Serêkanî û Girê Spî, êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê, çekên kîmyewî yên li dijî gerîla tên bikaranîn, êrîşên li ser Şengal, Mexmûr an jî Rojava, tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo hatiye avakirin, ev hemû di çarçoveya qirkirina Kurdan de ne û ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ve tên meşandin. Pir eşkere ye ku desthilatdariya AKP-MHP'ê desthilatdariya herî qirker, herî faşîst û herî antî Kurd e û heta ku AKP-MHP hebe, gelê Kurd nikare ji gefa qirkirin û komkujiyê rizgar bibe. Gefa qirkirin û komkujiyê ancax eger hilweşandina AKP-MHP'ê biqede. Bi naskirina vê rastiyê re, pêwîst e hemû hêzên demokratîk şoreşger, bi taybetî jî gelê welatparêz ê Kurdistanê û dostên gelê Kurd li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê têkoşînê geştir bikin.

ÊRÎŞÊN FAŞÎST BI BERXWEDANÊ TÊK ÇÛ

Dewleta Tirk a dagirker di 19’ê Kanûna 2000’an de êrîşî girtiyan kir û di encama van êrîşan de bi dehan girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê di şexsê girtiyên ku di berxwedana li dijî van êrîşan de şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan heta serkeftinê bimeşînin. Dewleta Tirk a faşîst a mêtînger a qirker, di 19’ê Kanûna 2000’an de ji bo vîna girtiyan bişkîne û teslîm bigire, êrîşî zindanan kir û bi dehan şoreşger hatin qetilkirin. Lê belê girtiyan weke her carê li hemberî êrîşên faşîst li ber xwe dan û bi berxwedana xwe êrîşên faşîst têk birin. Îro jî heman siyaset ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve tê meşandin. Di rastiyê de îro ji berê zêdetir polîtîkaya zext, tecrîd, tirsandin û teslîmiyetê tê meşandin. Lûtkeya van polîtîkayan Îmraliyê ye. Tecrîda mutleq û êşkence li dijî Rêber Apo tê pêk anîn. Lewma berxwedan û têkoşîna herî mezin li Îmraliyê tê meşandin û di şexsê Rêber Apo de tê temsîlkirin. Ji ber vê yekê dijderketina li tecrîda Îmraliyê û xwedîderketina li Rêber Apo, di heman demê de tê wateya parastina girtiyan û xeta berxwedanê ya zindanan. Em bang li her kesî dikin ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bi hêztir helwest nîşan bidin û girtiyan û berxwedana girtiyan biparêzin.”