Jinên Tîrêjên Rojê li Geverê li polîsan xistin

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî polîs û bazirganên tiryakê çalakî li dar xistine û di encamê de polîsek hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Geverê li dijî bazirganên tiryakê, wesayiteke dewriyeyê, nuqteya kontrolê, mobesse û xefikên wênekêşan çalakî li dar xistine.

LI DIJÎ POLÎSÊN DERKETINE DEWRIYÊ ÇALAKÎ

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Şeva 11’ê Kanûnê di saet 22.30’an de li dijî wesayîta bi tîpa Toyota Hilux a polîsên dagirker ên li ser rêya Şemzînan a Geverê digeriyan, bi teqemenî û çekên ferdî çalakiyek hate lidarxistin. Camên wesayîtê bi temamî hatin rûxandin, ziyana madî çêbû, dagirker birîndar bûn, lê hejmarên zelal nehatin bidestxistin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyê me Tahîr Gûrdal ê di 9'ê Kanûnê de li girtîgeha Amedê hat qetilkirin, hat lidarxistin. Agirê me yê tolhildanê wê her roj bi hêztir bibe!

Yekîneyên me şeva 11’ê Kanûnê di derdora seat 08.00’an de li dijî wesayîta bi plaqeya '30 AD' ya sercerdevanê xayîn S.Ç ku li taxa Yenî bi cih bûbû, çalakiyeke molotof li dar xistin. Di vê çalakiya yekîneyên me de wesayît bi tevahî şewitî û bêkêr hat hiştin. Divê ew bizane ku ev tenê hişyariyek e. Ger îxanetê bidomîne dê di çalakiya me ya 2’yemîn de ji hêla Yekîneyên me ve were cezakirin!

KAMERA Û XEFIKA WÊNEKÊŞAN KU LI MÎNAREYÊ HATIBÛ BICIH KIRIN, HATE RÛXANDIN

Şeva 12'ê Kanûnê Taxa Kişla Kevin a Geverê: Em qebûl nakin ku bawerî û cihên pîroz ên gelê me di şerê taybet de bên bikaranîn.

Yekîneyên me li dijî cihên pîroz ên gel tên bikaranîn û lê xwedî derdikevin, ti carî bi zanebûn çalakî û êrîş pêk neanîne. Ji aliyê hemû gelê me ve tê dîtin û zanîn ku hêzên dijmin ên dagirker ên ku li hemberî berxwedana gerîla nekarîn encamekê bi dest bixin, hemû nirxên exlaqî ji nedîtî ve tên û polîsên Tirk ên dagirker jî ji bo bikaranîna perestgehên pîroz ên gel jî dudilî nabin. Ji ber tirsa xwe li her tax û kolana Geverê mobesse û xefikên wênekêşan danîne.

Kamera û xefika wêneyan a ku li minareya Mizgefta Merkezê ya Kevin a li taxa Kişlayê ku gelê me bikar tîne, hat tesbîtkirin û ev amûrên şerê taybet ên ku gef li gelê me dixwar ji aliyê yekîneyên me ve hatin îmhakirin. Divê gelê me vê bizane. Çalakiyên me heta kamerayên girêdayî mînare bi temamî neyên îmhakirin wê bidomin. Yekîneyên me du kamerayan rûxandin, lê roja din polîsên Tirk ên dagirker li şûnê kamerayek din bicih kiriye. Yekîneyên me bûyerên li Geverê û li tevahiya Kurdistanê diqewimin dişopînin û li dijî van rêbazên bêexlaqî yên hêzên dagirker çalakiyên me wê bidomin.

LI DIJÎ BAZIRGANÊN TIRYAKÊ ÇALAKÎ

Di 13’ê Kanûnê de yekîneyên me li Navçeya Esentepe ya Geverê li dijî 3 bazirganê tiryakê çalakiyeke bombeyî û molotofî pêk anîn.

Ev 3 kesên ku em ê piştre navên wan bi gelê xwe re parve bikin, 4 meh in ji aliyê yekîneyên me ve tên şopandin, ji aliyê yekîneyên me ve hatiye tespîtkirin ku bi polîsên dagirker re di nava hevkariyê de ne û her tim bazirganiya tiryakê dikin. Şeva 13'ê Kanûnê saet di 11.12'an de dema van hersê kesan tiryakê dikirîn, yekîneyên me çalakî pêk anîn. Di encamê çalakiyê de yek bi giranî hersê tiryakfiroş birîndar bûn û gelek tiryak jî hatin desteserkirin û îmhakirin. Em di serî de ji gelê Geverê û hemû gelê xwe re soz didin ku em ê tu carî nehêlin bazirganên jehrê rehet tevbigerin.

NUQTEYA KONTROLÊ YA POLÎSAN HAT DERBKIRIN: 1 POLÎS HAT KUŞTIN, 2 JÎ BIRÎNDAR BÛN

18’ê Kanûnê bi şev saet di 12.30’an de yekîneyên me bi bombeyên destan û çekên ferdî li dijî nuqteya polîsên Tirk ên faşîst ên li navçeya Arnavutkoyê ya Stenbolê çalakiyek pêk anîn. Piştî noqteya kontrolê hate hedefgirtin, di navbera yekîneyên me û polîsên Tirk ên faşîst de demekê şer derket. Polîsên ku derb xwarin, neçar man xwe vekişînin û birîndar û miriyê xwe bi ambûlansan ji cihê bûyerê derxînin. Ev çalakiya yekîneyên me bi serketî bû û ji aliyê yekîneyên me ve ji çavkaniyên herêmî hate tespîtkirin ku polîsekî Tirk li cihê çalakiyê miriye û 2 ji wan jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê yekîneyên me bi awayekî ewle ji qadê vekişiyan. Agahiyên berfireh û dîmenên çalakiyê dema ku em piştre bi dest bixin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo hatiye lidarxistin. Heta ku pêkanînên faşîzan ên li ser hevrêyên me yên di tecrîd û girtîgehan de berdewam bikin, em wek jinên ciwan ên Însyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê em ê çalakiyên bi vî rengî bi awayekî hê xurtir bidomînin. Sûleymanê faşîst divê baş bizanibe ku em ê bi dawî nebin û her ciwan wê tola van kiryaran ji we hilîne.”