KURDISTAN
Di Kongreya Asayî ya 23’yemîn a KNK’ê de li ser berjewendiyên neteweyî yên Kurdî, stratejiyên diplomasiyê û yekîtiya neteweyî nîqaşên berfireh hatin kirin. Kongre bi hilbijartina hevserok û endamên Konseya Rêveber bi dawî bû.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku 'hiqûqa xwişk-biratiyê' 'hiqûqa wekheviyê' ye û got, divê mutabaqatek bê çêkirin û ev yek jî veguhere 'metneke hiqûqî ya nivîskî'.
Yek ji delegeyên Kongreya 12’emîn a PKK’ê Hemrîn Dersim got, “Mesele nav nîne; ya girîng ew e ku em ê mîrateya PKK'ê çawa hîn xurt û mezin bikin, çawa karibin hîn bêhtir kedê bidin."
Di rûniştinên îro yên Kongreya Asayî ya 23’yemîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de li ser yekîtiya neteweyî, diyaloga di navbera Kurdan de, lêgerînên çareseriya siyasî û pêşketinên herêmî nîqaş hatin kirin.
Cemîl Bayik û Mûrat Karayilan ji Kongreya KNK’ê re peyameke hevpar şandin û gotin: ‘’Rol û mîsyona KNK’ê ya di armanca avakirinê de di vê pêvajoyê de zêdetir mezin bûye. Mijara yekîtiya neteweyî weke erkekî lezgîn li pêşiya me hemûyan disekine.’’
Hemû Nûçe
-
-
-
Li Wanê mûayeneya êşkenceyê li nezaretxaneyê tê kirin
Divê mûayeneya êşkenceya li ser kesên destgîrkirî tenê ji aliyê saziyên tenduristiyê ve were kirin, lê derket holê ku Midûriyeta Polîsan a Wanê ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr daxwaza bijîjkê kiriye û mûayene li nezaretxaneyê hatiye kirin.
-
-
Artêşa Tirk li hemberî xwezayê jî sûc dike
Dema ku li wan qadan digerim ên ku artêşa Tirk neçar ma jê bireve, talan û wêrankirina xwezayê li ber çavê min dikeve. Dewleta Tirk wêrankirina xwezayê li sûcên xwe yên qirkirinê zêde kiriye.
-
Îran wê êdî mîna berê nebe - II
Nabe ku mirov dînamîka dîrokî û civaka Îranê li gorî xwe binirxîne. Civaka Îranê ji desthilatdariya heyî razî nîne, lê versiyoneke mîna rejîma beriya sala 1980'î jî naxwaze.
-
-
-
-
-
-
-
-
Di kuştinan de Arîf Dogan jî hebû
Hate îdiakirin ku hestiyên mirovan ku li gundê Arabûk ê navçeya Curnê Reş a Rihayê hatin dîtin, aîdê kesên ku ji aliyê damezirînerê JÎTEM’ê Arîf Dogan ve hatine qetilkirin in.
-
-
Amed Şaho: Şoreşa Rojhilat û Îranê, gel zane kir
Endamê Meclîsa PJAK'ê Amed Şaho ragihand ku berxwedana bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li Rojhilat û Îranê tê kirin, hişmendî daye gel û got, lewma desthilatdariya Îranê hewl dide naveroka vê dirûşmê pûç bike.
-
Sari: Qeyûm pirsgirêkan çêdike
Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ku ji erka xwe hat girtin û qeyûm şûna wî hat peywirdarkirin got “Qeyûm pirsgirêkan çareser nake, pirsgirêkan çêdike.”
-
'Îran wê êdî mîna berê nebe'
Hevserokê Konseya Rêveber a KODAR'ê Fûad Bêrîtan got, "Bûyerên li Îranê divê bi dînamîkên navxweyî bêne vegotin. Esasê tevgera li Îranê hêz û derdora ji nirxên Îslamî ye. Li Îranê êdî tiştek wê mîna berê nebe."
-
Hazîne Orûç hate girtin
Hazîne Orûç ku leşkerên dewleta Tirk li Hezexê ew destgîr kirin, piştî cezayê salek û 8 mehan ê lê hatibû birîn hate pejirandin, hate girtin.
-
-
-
-
-
-
Hêzên Şengalê li dijî sîxuran dest bi operasyonê kirin
Hate ragihandin ku Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê li dijî tevna sîxuriyê dest bi 'Operasyona Tolhildanê' kirine. Hate gotin, kesên ji ber sîxuriyê hatine destgîrkirin li xwe mikur hatine ku ji aliyê MÎT'ê û PDK'ê ve hatine birêxistinkirin.