Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê karkeran çalakî kirin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedan dewam dike. Karkeran jî li dijî mêtingeriya aborî çalakî kirin.

Li dehan bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi dehan karker û kedkar daketin qadan. Di çalakiyan de derengxistina mûçeyan hate şermezarkirin.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê van salên dawî şert û mercên jiyanê nebaş bûye, xizanî zêde dibe. Bi berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' re mamoste, karker, kedkar û beşên din ên civakê şert û mercên jiyanê şermezar dikin.

Dewleta Îranê cezayên giran li xwepêşandêran dibire.

Li bajarê Ûrmiyeyê 25 ciwan ên kêmî 18 salî ji ber xwepêşandanan hatin girtin.